HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
- jin
- 15:36 11/5/2020
Heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî heyî ziyaretî goristana ku hatî texrîbkirin kir. Aydenîz, bertek nîşanî êrîşan da û got: "Bi van êrîşan em dibînin ku AKP têk diçe. Lê li hemberî van êrîşan em ê bi yek dengî, yek rengî têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî vê hovitiyê em ê demokrasiyê, azadiyê û aşitiyê biparêzin."