Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.

  • jin
  • 13:53 11 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê, TJA, HDK êrîşên li dijî goristanan şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bertek nîşan da û got: "Di olê îslamê, quranê û tu ol û baweriyan de ev êrîş nayê qebkûl kirin û wiha got: "Ne li meha remezanê guhdar dikin, Ne li cejnê guhdar dikin, ne li Corona û ne jî li Roja Dayikan guhda dikin û êrîş dikin. Ne êşên dilê dayikan û hêsirê çavê dayikan dibînin. Balkêş e di meha remezanê de gor xera kirin û kêlê goran şikandin." 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê li dijî êrîşên goristanan li pêş avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan dowîzên reş ku li ser "Dest nedin nirxên me" rakiribûn bertekên xwe anîn ziman û êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyê de endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê, Meclîsa Jinê ya HDK'ê, TJA û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek jinên din amade bû. Ewil parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya kaxivî û wiha got: "Îqtîdara AKP bi salan e êrîşî pîrozbahiyên me, nirxên me û baweriyên gelan dikin. Ne li meha remezanê guhdar dikin, Ne li cejnê guhdar dikin, ne li Corona û ne jî li Roja Dayikan guhda dikin û êrîş dikin. Ne êşên dilê dayikan û hêsirê çavê dayikan dibînin. Di meha remezanê de gor xera kirin û kêlê goran şikandin. Me çend caran rayedar hişyar kir ku bi hesasiyetên gel nelîzin. Di meha rojiyê de tu tiştî guhdar nekin. Bi hasasiyeta gel nelîzîn. Duh roja dayikan bû. Di roja dayikan de dayikan li ser gorên zaroken xwe nobet digirin. Hûn dizanin çend dayik ji bo gorên zorên wan naşikên nobet digirtin. Di tu bawerî û nirxan de tune. Li aliyeyekî êrîşî goran dikin. Li aliyekî êrîşî cemxaneyan dikin. Li aliyeki erîşî dêran dikin. Li aliyekî erîşî îbadetxaneyan dikin. Ev yek di tu bawerî, wîcdan û pirtûkan de cih nagire. Di hemû baweriyan de piştî mirovek mir, nerîn û fikra wî çi dibe bila bibe, piştî ku mir, teslîmî axê dikin. Dema mirovek mir emanetî axê û xwezayê tê kirin. Piştî mirovek mir û teslîmî axê hat kirin di qurban, îslam û tu pirtûkên pîroz de mudaxaleya wan nayê qebûlkirin. 
 
GORISTANA ANZAKÊ JI XWE RE BIKIN MÎNAK  
 
Kaya, bal kişand ser Goristana Anzak a Çanakkaleyê û wiha got: "Binerin li Çanakkale Şehîtgeha Anzakê heye. Her sal nevî û malbatên wan ji Avusturalya û welatên herî dûr ên cîhanê tên li gorî bîr û baweriyên xwe li Çanakaleyê miriyên xwe bibîr tînin. Tirkiye wan her sal pêşwazî dike û pêdiviyên wan bi cih tîne. Wicdan, mirov, dewlet û şaristanî ji vê yekê li ser mirovan ferz dikin. Ev tiştekî wîcdanî, mirovî û şaristanî ye. Lê niha sepantinên li dijî mirovahiyê yên li ser gorê tu tişt qebûl nake. Em van êrîşan red dikin. Em hemû rayedarên dewletê dawetî mirovahiyê, dawetî wîcdan dikin." 
 
DAD: 83 SAL BERÊ EM BÊ GOR HIŞTIN ÎRO JÎ ÊRÎŞÎ GORAN DIKIN
 
Hevberdevka DAD'ê Nergîz Guzel jî bal kişand  ser êrîşên goran û wiha got: "Îro 11'ê Gulanê ye. 6 roj berê salvegera komkujiya Dersimê bû. Yên 83 sal berê Yên ku cenazeyê Seyît Riza nedan me û hêj cihê gora wî nîşanî me nadin, îro jî êrîşî goran dikin. Êrîşî kêlên gorên me dikin. Ew feraset û pê wîcdanên ku em wê rojê bê gor hiştin, îro jî bi êrîşa gor û goristanan heman diştî dikin. Hişmendî qet nehat guhertin. Dîsa êrîşî cenaze û goristanê dikin. Çend roj berê kesên bê wîcdan li Qeyseriyê gotin 'Em ê cenazeyê we derxin û bişewitînin." Ev feraset û bê wîcdan nehatiye guhertin û didome. 
 
GOR NIRXÊN GELAN ÊN PÎROZ Û DÎROKÎ NE
 
Li ser navê Meclisa Jinan Rêvebera HDP'ê ya Stenbolê Aysun Çeper jî daxuyanî xwend û wiha got: "Wekî tê zanîn ji sala 1915'an heta niha li dijî bê edaletî, zilm û zordariyê gelek serhildan pêk hatin. Ji vana hin jê serhildanên Şêx Seîd, Koçkirî, Zîlan û Serhildana Dêrsimê ye. Li dijî van serhildanan komkujiyên bê wîcdan hatin kirin. Pêşeng û serokeşîr hatin darvekirin û kuştin. Cenazeyê wan hatin windakirin. Niha jî erîşi goran dikin. Piştî pêvajoya aştiyê gorên ku li goristanan hatin komkirin hatin wêrankirin. Yek ji van goristanan Goristana Xerzan a Oleka Jorîn e. Bi kepçeyan kor vekirin û cenaze derxistin. Disa cenazeyê Egît Îpek bi Kargo ji malbatê re şandin. Îqtîdara AKP'ê bi vê konseptê dixwaze hemû nirxên Kurdan tune bike. Di mehek dawî de li Wan, Mûş, Colemêrgê êrîşî gorên endamên PKK'ê kirin û kêlên gorên wan şikandin. Bi taybetî goristana Geverê balkêş e. Heta niha 7 caran rastî êrîşan hat. Gor û goristan, nirxên gel ên dîrokî û pîroz in. Êrîşên di meha remezanê de pêk tên bi mahne ne. Êrîşên li dijî nirxên civakê li dijî sinc û nirxên mirovahiye ye. Di zagonên Tirkiye û peymanên navneteweyî de mafê êrîşa li dijî goran tune ye. Em bang hi kûmetê dikin ku li gorî pîvan û hiqûqa neteweyî û navneteweyî dev bigerin û hurmetê nîşanî gorên me bidin.