Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
- polîtîka
- 12:32
Welatiyên tevî Hevşaredarên Dêrsimê beşdarî nobetê bûn, wiha gotin: “Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê.”
Welatiyên tevî Hevşaredarên Dêrsimê beşdarî nobetê bûn, wiha gotin: “Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê.”
Endamên MYK’a DEM Partiyê bi mebesta nîqaşkirina stratejiyên nû yên têkildarî tecrîda li Îmraliyê dê bicive. Yek ji mijarên di rojevê de jî mitîngeke mezin a li dijî qeyûman e.
Li Wanê bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê û di çarçoveya pêngava “Seferberiya xwebirêxistinkirinê” de bi beşdariya sedan partiyiyan civîn hat lidarxistin.
DEM Partiyê xwest ku di qada xizmeta tenduristiyê de ji bo zimanê dayikê xizmeta wergêr were dayin lê ev daxwaz bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin.
Di çarçoveya pêngava “seferberiya rêxistinbûnê” ya bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê hatiye destpêkirin de li Agirî û Dîlokê civîn hatin lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd got; “Heke dewlet li pey lîstikan dê ev yek bibe şaştiyeke mezin” û ev tişt anî ziman: “Firsendekî dîrokî heye. Divê bi Ocalan re biaxivin û tavilê muzakere dest pê bikin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de dnirxîne.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku îktîdar ji bo tayînkirina qeyûman hêsantir bike dê pêşniyarqanûnê bîne Meclisê û wiha got: “Dixwazin vê pêşniyarqanûnê ji Meclisê derbas bikin.”
Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç got ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hemû hêzên demokrasiyê bên gel hev. Serokê Partiya DEVA’yê yê Bajar Remzî Kaymak jî got: “Divê ev mijar neyê dirêjkirin û tavilê çareser bibe.”
Hevdîtina ku dihat payîn di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû de were kirin, hate taloqkirin.
DEM Partiyê têkildarî pirsgirêkên zimanê dayikê û perwerdeyê 7 pêşnûme dabû Meclisê û her 7 pêşnûme jî di heman rojê de bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya Wezareta Karên Hundir axivî û got: “AKP a ku fêm kir dê kursiya xwe winda bike, dîsa li dijî vîna gel derbe kir.” Sezaî Temellî jî li dijî tecrîd û qeyûman banga têkoşîna hevpar kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser pirsa bê ka dê bi Bahçelî re hevdîtinê bikin an na wiha got: “Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li meclisê re hevdîtinê bikin.”
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî “Mafê hêviyê” ku Bahçelî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotibû axivî û wiha got: “Mijarên li Meclisê li ser tê axaftin in.”
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Koçyîgît û Sezaî Temellî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî qeyûman de xistin rojeva Meclisê.