Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
- polîtîka
- 13:10 18/9
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de çû serdana Baroya Amedê û got ku ji bo aliyê hiqûqî û siyasî derkeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de çû serdana Baroya Amedê û got ku ji bo aliyê hiqûqî û siyasî derkeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li kongreya partiya xwe ya Sêrtê axivî, wiha got: “Rêya xelasiyê ya gelê kurd di rêxistinbûyînê re derbas dibe.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha got: “Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin. Modêleke ku li gorî erdnîgariyê xwe jinûve birêxistin dike ye.”
DBP’ê encamnameya komxebata “Bi rêxistinbûyînê ve em ê ber bi azadiyê dimeşin” ya di 8-9’ê îlonê de li Amedê li dar xist eşkere kir. DBP’ê wiha got: “Dem dema rêxistinbûyînê û serkeftina azadiyê ye. Li hemberî herikandina dîrokê em ê bi rêxistinbûyîna xwe û bi meşa azadiyê bibin bersiv.”
Endamên MYK’a DEM Partiyê li navenda giştî ya partiyê civiyan. Hat zanîn ku gelek mijar di rojeva civînê de heye.
Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin diyar kir ku îfadeya “Misogerkirina mafên gelê kurd” a di rêziknameya wan de weke sûc hatiye dîtin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin û li dijî vê hewceye em têkoşîna yekbûyî birêxistin bikin.”
Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî kuştina Narîn Guran de pêşniyaznameya bi daxwaza ku wezîr Alî Yerlîkaya bibersivîne pêşkêşî Meclisê kirin û pirsa gotinên parlamenterên AKP’ê ji wezîr kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz bal kişand ser êrişên nijadperest ên AKP-MHP'ê û desthilatê hişyar kir ku "dest ji kurdan berdin" û Hevberdevkê Marmarayê yê DBP'ê Mevlut Aykoç jî destnîşan kir ku tekane rêya rabûna li ber êrişan rêxistinkirina xweparastinê ye.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wêneyê baskê îktîdarê li Milazgirê parve kirî weke “wêneyê gefê ye” nirxand û wiha got: “Ew tifaqa qirêjî dikare bi destê hêzên demokrasiyê vala were derxistin.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê dê sibê bi rojevên wek “Tifaqa Demokrasiyê”, 1’ê Îlonê û geşedanên têkildarî Can Atalay û gelek rojevên din bicive.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li navçeya Torbaliyê serdana karkerên demsalî û cotkaran kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di “Hevdîtina Nan û Edaletê” de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê ber bi têkçûnê ve diçe û lewma her ku diçe êrişkar dibe û dawiya vê rejîmê nêzîk e.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, di kongreya DBP’ê ya Agirî de axivî û wiha got: “Tirkiye bi hevkariya KDP’ê re dixwaze hişê DAIŞ’ê zindî bike. Tu millet nikare hebûna xwe li ser tunebûna milletekî din avabike. Tişta îktîdar dike hewl dide li ser tenekirina kurd, elewî û jinan hebûna xwe ava bike.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku li dijî berovajîkirina rojevê ku ji aliyê desthilatdariyê ve pêk tê rojeva wan sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Bayindir got: “Ya li ber têkçûnê ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye.”
Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê bi şiara "Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin" konferans li dar xist.