Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wêneyê baskê îktîdarê li Milazgirê parve kirî weke “wêneyê gefê ye” nirxand û wiha got: “Ew tifaqa qirêjî dikare bi destê hêzên demokrasiyê vala were derxistin.” 

Êrişên li dijî kurdan di hemû qadan de didomin. Îktîdara ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de winda kir, ji bo cihê xwe qewî bike hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî welat serî li polîtîkayeke cuda da. Li rexekî tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome, li rexa din jî êrişên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Her wiha êrişên li dijî dawetên kurdan jî berdewam in. 
 
Di demeke wiha de wêneyê serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Xelat a Bedlîsê kişandî û gotinên wî yên li navçeya Milazgir a Mûşê hêj jî tên nîqaşkirin. Erdogan, di “Bernameya Pîrozkirina 953’yemîn Salvegera Serkeftina Milazgirê” de got ku ji wê rojê heta niha “Sefera Sêva Sor” heye û îdia kir ku gelan tifaq çêkirine. Di heman demê de Erdogan beriya were Mûşê, tevî serokên giştî yên BBP û HUDAPAR’ê û fermandarên Hêzên Hewayî wêne kişand. 
 
 
‘NAXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE LEWMA TECRÎDÊ DIDOMÎNIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Hatîmogûllari, ji ewil bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tu bingeha hiqûqî ya neteweyî û navneteweyî ya tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan nîne. Mumkin nîne ev were qebûlkirin. Divê îtîrazên li dijî vê tên kirin bên bihîstin. Naxwazin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin lewma tecrîd di meriyetê de ye. Hevdîtinên bi birêz Ocalan dê ji bo gelên Tirkiyeyê sûdewer bin. Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê jiya û peyamên birêz Ocalan gelek girîng bûn. Bi tecrîdê re peyama ‘em naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin’ didin gelê kurd. Îktîdarê bi xwe digot ‘şer û pevçûn bi kêrî me tê.’ Lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. 
 
Pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê ne tenê pirsgirêkên kurdan e. Feraseteke îktîdarê û kevneşopiyeke dewletê heye ku pirsgirêka kurd bi vî awayî bi kar tîne. Weke gel em dixwazin pêkvejiyaneke li ser bingeha xwişk-biratiyê ava bikin. Her qirûşê ji bo şer tê veqetandin ji berîka karker, kedkar û xizanan derdikeve. Ji bo pariyê nanê me mezintir bibe, divê em bi hev re li dijî şer derkevin.” 
 
‘HEWCEYE CPT ERK Û PERPIRSYARTIYA XWE BICIH BÎNE’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser bêtevgerî û bêdengiya CPT’yê ya li dijî tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Divê tu sazî li dijî şantajên Tirkiyeyê serî netewînin. Divê CPT erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. Hewceye raporên xwe eşkere bike û tavilê peywira xwe pêk bîne. Ev banga me her wiha ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne. Ji her tiştekî zêdetir pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Rêya vê jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, vekirina deriyên Îmraliyê û guftûgo ye. Banga min ew ku di vê mijarê de çareseriyê pêş bixin û bêhtir bikin rojev.” 
 
NAMEYA 69 KESAYETÊN XELATA NOBELÊ WERGIRTIN
 
Têkildarî nameya 69 kesayetên Xelata Nobelê wergirtin a bi daxwaza rakirina tecrîdê ji Erdogan re şandin de jî Hatîmogûllari ev nirxandin kir: “Pêdiviya cîhanê û Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Ev daxwaza van kesayetên navdar pir girîng e. Divê hikûmet esas bigire. Bi navê mirovahiyê ev daxwaza aştiyê û pêşîlêgirtina mirinan e. Wateya daxwaza rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ev e. Binêrin, hemû kesên pirsgirêka kurd çareser nekirin têk çûn. Îktîdar, bi rêya şer û pevçûnan xwe li ser pêyan digire.” 
 
‘WÊNEYÊ LI MILAZGIRÊ WÊNEYÊ TIFAQA JÎTEM’Ê YE’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser wêneyê Erdogan, serokên MHP, BBP, HUDAPAR û leşkeran ê li Xelatê û ev tişt anî ziman: “Axaftina Erdogan a li wir, wateya wî wêneyî jî vegot. Erdogan dibêje ‘Me kurdan, ereban, tirkan bi hev re li Milazgirê serkeftin bi dest xist.’ Weke ‘Tifaqa Sêva Sor’ pênase dike lê me gotibû ku ev ‘Tifaqa sêva rizî’ ye. Me ew wêne wisa nirxand. Kesên îro berê gelên Tirkiyeyê didin hev, li wir wêne kişandine. Wêneyê tifaqa JÎTEM’ê ye. Wêneyê tifaqa yekperest, nîjadperest û neteweperest e. Israra me ya avakirina tifaqa gelan a li dijî vê tifaqa qirêjî didome. Xizanî û birçîtî bandorê li milyonan kesan dikin û ev her tiştê welat pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Ev wêneye, di heman demê de gefeke li dijî berteka gel a birêxistinkirî ye. 
 
Li her devera cîhanê wiha ye. Yên xwe bi rêya şer û pevçûnan li ser pêyan digirin, ji bo domandina rejîma xwe hemû hêzên ewlekariyê û darazê seferber dikin. AKP-MHP jî vê dikin. Milazgir, nîşaneya wê ye. Divê ev wêneye, li gel dîroka darbeyan were nirxandin. 
 
HEDEFGIRTINA DEM PARTIYÊ
 
Hatîmogûllari, têkildarî Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku DEM Partiyê hedef digire de jî wiha got: “Ji bo paşvexistina rejîma heyî me çendek gav avêtin. Ew jî van gavan dibînin. Helwesta DEM Partiyê heta niha bi îktîdarê da windakirin. Hewl didin li ser wê partiyên muxalefetê ji hêzê bixin. Divê muxalefet bibîne bê ka girseya îktîdarê çiqas biçûk bûye. Ji bo me firsendeke. Bêguman peywireke girîng dikeve ser milê muxalefeta sereke. Pêdiviya welêty bi partiyeke siyasî ya sosyal demokrat heye. Em ê bibînin bê ka dê çi bikin.”
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN
 
Êrişên di demên dawî de li dijî kurdan û kurdî jî di rojeva Hatîmogûllari de bû. Hatîmogûllari têkildarî êrişan wiha got: “Îktîdarê, di demên dawî de serî li rêbazên salên 90’î da. Mudaxilekirina dawetan, stranên kurdî û hwd..  Ev mînak nîşan didin bê ka çiqasî ji çareseriyê dûr ketine. Wêneyê li Milazgirê ji xwe belasebeb nehat parvekirin. Xwestin bi wî wêneyî gefê bixwin. Dibêjin artêş li gel me ye. Beşeke ku qaşo li gorî wan nûnertiya gelê kurd dikin jî derdixin pêş. Berdewamiya Hîzbûllahê ye lê weke kirdeyeke siyasî nîşan didin. Em baş dizanin bê ka ew çi ne. Dibêjin ku ‘em ê nehêlin ev rejîm hilweşe û li dijî kurdan em ê van kesan bi kar bînin.’ Peyameke wiha didin. Lê em dikarin vê tifaqa qirêjî ya di wêneyê li Milazgirê de anîne gel hev bi destê hêzên demokrasiyê vala derxînin. 
 
Ji bo têkoşîna ked û edaletê divê em xwe bêhtir birêxistin bikin û gavên wêrektir biavêjin. Divê muxalefet nekeve pey feraseta restorasyonparêz. Ev yek Tirkiyeyê demokratîk nake. Divê xwedî zîhniyeta ku pirsgirêka kurd û elewiyan jinedîtî ve tên nebin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz - Mehmet Aslan