AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku li dijî berovajîkirina rojevê ku ji aliyê desthilatdariyê ve pêk tê rojeva wan sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Bayindir got: “Ya li ber têkçûnê ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye.”
Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku ji aliyê çavkaniyên enerjiyê yên binerd ve herêmek pir dewlemend e, lewma li cîhanê di navenda şer û pevçûnan de ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di destpêka salên 2000'î de şer û pevçûnên li ser axa Rojhilata Navîn weke "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" bi nav kiribû. Îro gelek kes heman pênaseyan dike û geşedanên diqewimin çavdêriyên bi vî rengî dikin. Di navenda şer û pevçûnan de Kurdistan jî heye. Kurdistan bi Peymana Lozanê di nav çar welatan de hatiye parvekirin. Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku pênaseya "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" kiribû, 41 meh in di tecrîda girankirî de tê ragirtin, êrişên li ser çar parçeyên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Li aliyekî AKP û hevkarê xwe MHP’ê gef û êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ji holê rakirina destkeftiyên kurdan berdewam dikin, li aliyê din jî di destpêka meha tîrmehê de pêleke nû ya êrişan li dijî deverên bi ser başûrê Kurdistanê ve hatin destpêkirin. PDK jî li başûrê Kurdistanê hevkariya AKP-MHP’ê dike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî rageşî û aloziya li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser erdnîgariya Kurdistanê pirsên ajansa me bersivandin.
Li Rojhilata Navîn a ku di hedefa hêzên kûrewî û herêmî de ye alozî zêde dibe. Kuştina Haniye, peyamên hevdîtina Erdogan bi Esad re, êrişên nû yên li ser Herêma Kurdistanê... Gelo çi diqewime?
Geşedanên ku pêla Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistanê di dilê wê de ye zêde dike, hene. Em li Rojhilata Navîn pêvajoyeke wisa dijîn ku hem hêzên cîhanî û hem jî yên herêmî rasterast têde cih digirin û di vî warî de têkiliyên xwe xurt dikin. Em li Rojhilata Navîn ketine hevkêşeyek ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di her alî de xwe dide nîşandan ku wê bandora xwe li ser gelan bike. Di vê hevkêşeyê de îro erdnîgariya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd jî tê armanckirin. Hêzên herêmê, bi taybetî jî Tirkiye, hemû planên xwe yên stratejîk ji bo fetisandin û tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd li pêş dixin. Ev aliyê têkoşîna azadiya kurd di xaleke pir krîtîk û diyarker de ye. Hemû tevgerên herêmê ji aliyekî ve hewl didin têkoşîna azadiya kurd teng bikin û tasfiye bikin, li aliyê din jî îmkana jiyana gelan a bi hev re ji holê rakin. Ji ber vê yekê dixwazin sedsaleke din li gorî xwe ava bikin.
Tirkiyeyê di destpêka meha tîrmehê de li dijî bejahiya Amediyê êrişên nû da destpêkirin. Gelo Tirkiye bi van êrişan dixwaze çi bike armanca xwe?
Şerê Tirkiyê ku navenda wê li ser başûrê Kurdistanê ye ji nîsana 2022’yan pê ve gihîştiye qonaxeke nû. Planên desteserkirin û dagirkirina Kurdistanê yên Tirkiyeyê ji berê heta niha bûne hedefeke stratejîk. Tirkiye bi dagirkirina başûrê Kurdistanê dixwaze sînorên peymana Misak-i Millî nû bike. Mirov dikare bibîne ku Tirkiye bi vê hevkêşeyê şer dimeşîne. Di dema meşandina vî şerî de çekên kîmyewî û her cure rêbazên dijmirovahî jî bikar tîne. Ev amûrên di şer de tên bikaranîn weke sûcên şer ên navneteweyî tên dîtin. Di vê mijarê de ne Wezareta Parastinê û ne jî rayedarên dewleta tirk nekarin bi têra xwe agahiyên zelal bidin raya giştî. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye her cure çekên qedexekirî bi taybetî çekên kîmyewî li dijî gelê kurd bi nemaze li başûrê Kurdistanê bi kar tîne.
Hûn rola PDK’ê ya ku ji êrişên Tirkiyeyê re rê vedike çawa dinirxînin?
Îro yek ji girîngtirîn hêzên ku deriyê vî şerî vekir PDK ye. Dema ku em dagirkerî û operasyonên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li başûrê Kurdistanê binirxînin, ne mimkûn e ku meriv bêje bêyî têkiliya bi PDK’ê re tên kirin. Tirkiye bi rêbazên nû yên kolonyalîzma sedsala 21’an, jîngehên gelê kurd dagir dike. Helbet PDK bi awayê xwe weke amûreke rewa bi kar tîne. PDK jî bi zanebûn bû parçeyek ji vê polîtîkayê.
Gelo hûn wek nirxandina “Statuya Herêma Kurdistanê di xetereyê de ye” difikirin?
Heke veguhertina Iraq û başûrê Kurdistanê bibe herêmeke bikeve bin serweriya Tirkiye û Îranê, encam çi dibe bila bibe, wê bandora xwe li siberoja kurdan bike. Statuya Kurdistanê jî bi vê planê re dê bi talûkeyek cidî re rû bi rû bimîne.
Siyaseta ku Tirkiye dimeşîne ji bo pêkhateya federatîf a başûrê Kurdistanê û siberoja destkeftiyên gelê kurd xeteriyan çêdike. Rastiyeke PDK'ê heye ku guhê xwe ji vê re kerr dike û çavên xwe digre. Dema ku hemû aktor û hêzên kurd vê siyasetê dibînin, statûya başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên ku PDK’ê li ser berjewendiyên xwe yên malbatî û teng bi Tirkiyeyê re danî, hema bêje bi tevahî ji dagirkeriyê re vekirî ye. Hêza leşkerî ya Tirkiyeyê ya li başûrê Kurdistanê ji hêza rêveberiya wê zêdetir e. Ev yek jî nîşan dide ku statûya başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî ji vê derfetê sûd werdigire û hewl dide statûya başûrê Kurdistanê kêm bike û neteweyeke navendî ava bike. Îro li ser banga PDK’ê axa Iraq û başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta Tirk re hatiye vekirin. Her wiha bi banga hikûmeta navendî ya Iraqê dixwazin herêm bixin bin serweriya Îranê. Heke veguhertina Iraq û başûrê Kurdistanê bibe herêmeke bikeve bin serweriya Tirkiye û Îranê, encam çi dibe bila bibe, wê bandora xwe li siberoja kurdan bike. Têkoşîna kurdan a ji bo azadî û statuya Kurdistanê di vê yekê de bi xetereyên giran re rû bi rû ye. Divê ev em vê baş bibînin.
Erdogan di van demên dawî de ji bo bi Esad re hevdîtinê pêk bîne ketiye nava gelek hewldanan. Li aliyekî ev meseleya hevdîtinê di rojevê de ye li aliyekî din jî hêzên girêdayî rejîma Şamê li dijî Dêrezorê dest bi êrişan kirin. Hûn ê li ser hewldanên Erdogan ên ji bo muzakereyê û êrişên piştî van hewldanan destpêkirin çi bibêjin?
Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin dike ku Tirkiye jî bike hêzek herêmî. Tirkiye wê were asteke ku di nava vê hevkêşeya herêmî û cîhanî de yan mezin bibe yan jî biçûk bibe. Di çarçoveya vê hevkêşeyê de, Tirkiye ji bo geşepêdana xwe ya yekemîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê kiriye hedef. Tirkiye ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha gelek planan xistiye meriyetê. Piştgiriya gelek rêxistinan kir, bi taybetî jî piştgiriya DAIŞ'ê kir. Lê ev hemû polîtîkayên Erdogan heta niha pûç derketine. Sedema sereke ya ku van planan pûç kir hemû polîtîkayên Erdogan ên li ser rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ne. Erdogan tevî ewqas heqaret û gotinên giran ku ji Esad re kir û vê zivirandina wî ya bi lez dide nîşandan ku di polîtîkaya Sûriyeyê de xetimî ye.
Erdogan dixwaze bi lêgerîna lihevhatina bi Esed re, tasfiyekirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tasfiyekirina rêveberiya ku gelê kurd li gel gelên din ava kiriye, bike armanca xwe û têk bibe. Lê Rûsya jî di vî warî de piştgirî dide vê siyasetê. Ev rastî xwe bi êrişên rejîma Şamê yên li Dêrazorê dide nîşandan. Armanca hewldanek gefxwarinê bi rêya Tirkiyeyê, bi Tirkiyê re lihevkirin, têkbirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava ye.
Gelo ev polîtîkaya ku wê statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike armanca xwe dikaribin encamê jê bigirin?
Em dikarin bibêjin ku siyaseteke bi vî rengî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi ser nekeve. Ji ber ku pergala li vir ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê, hemû gelên azadî, wekhevî û edaletê dixwazin bûye çirûskên hêviyê. Êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê kurdan dikare hemû gelan rake ser pêyan û bixe nava berxwedanê. Em wisa dibînin ku li vir lêgerînên Erdogan û Esad dê pûç derkevin.
Her wiha êriş tenê ne li dijî rojava û başûrê Kurdistanê pêk tên. Di heman demê de heman êriş li dijî Şengalê jî pêk tên. Dixwazin ‘Peymana 9’ê Cotmehê’ bixin meriyetê. Her wiha gefên PDK’ê yên li dijî êzidiyan berdewam dikin. Gelo ev hemû îşaretî çi dikin?
MÎT îro hatiye asteke ku bi alîkariya PDK’ê dikare li Kurdistanê her cure provokasyonan bike. Êzidiyên li başûrê Kurdistanê jî di encama vê polîtîkayê de bi xetereyek nû ya qirkirinê re rû bi rû tên hiştin. Yek ji aktorên herî girîng ên ku wê pêşengiyê bike û bingehê vê yekê bide, siyaseta PDK'ê ye. Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrişan biryardariya xwe nîşan da. Pêwîste bê gotin ku civaka êzidî ku ji niha û pê de bi dehan fermanan re rû bi rû maye, wê xwe bêparastin nehêle, her dem xwe biparêze û gelê kurd wê her tim li kêleka civaka êzidî be.
Êzidî bi gefek qirkirinê ya nû re rû bir û ne. Divê polîtîkayên PDK’ê zemînê ji vê re hazir neke. Êzidî ne bi tenê ne.
Êzidî ne bi tenê ne. Pêwîste bi hişmendiya ku îradeya bi milyonan kurdên azad li pişt wan e, li ser bingehek ku xwe bi xwe biparêze tevbigere. Divê em gotinekê jî ji hikûmeta navendî ya Iraqê re bibêjin; Rêveberiya Xweser a Şengalê heta niha ti ziyan nedaye Iraqê. Berovajiyê wê, pêkhateyeke wê heye ku hebûna Iraqê û yekitiya civakî bihêz dike. Divê bê gotin ku gumanên me yên cidî hene ku dewleta Tirk li gorî daxwazên xwe yên siyasî polîtîkayek wiha dimeşîne. Em diyar dikin ku divê hikûmeta navendî ya Iraqê dev ji feraset, helwest û hewldana ku xizmeta van polîtîkayên Tirkiyeyê dike berde. Pêwîste careke din were gotin ku divê demildest dest ji destwerdanek leşkerî ya ku dê êzidiyan bixe ber qirkirinê, bê berdan.
Partiya we ji bo çareseriya li dijî van polîtîkayan, Îmraliyê nîşan dide. Ji ewil jî hûn dixwazin tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Li gorî we çi têkiliya tecrîda li Îmraliyê û tiştên diqewimin bi hev ve heye?
Encamên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, îro hem erdnîgariya Kurdistanê hem jî Rojhilata Navîn veguherandiye qada şer. Pêşniyarên çareseriya demokratîk ên birêz Abdullah Ocalan, tespîtên wî yên şêweyê aştiya Rojhilata Navîn, di roja me de jî hêj derbasdar in. Bala xwe bidin ser meseleya Îsraîl-Filistînê, dinya pêşniyara çareseriya du netewe dewletan dike. Lê birêz Abdullah Ocalan ji bo wan pergala konfederal pêşniyar dike. Hemû dinya stratejiyeke ku gelên Îsraîl-Filistînê hev bixeniqînin pêşniyar dike lê birêz Abdullah Ocalan çareseriyeke ku her du gel hevdû nas dikin pêşniyar dike. Ev pêşniyar her ku diçe bêhtir girîng dibe.
Di serî de çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka kurd, ji bo pêşniyarên birêz Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya meseleyên Rojhilata Navîn nekevin meriyetê vê tecrîdê didomînin. Lewma divê di serî de pergala tecrîdê bê rakirin û fikr û ramanên birêz Abdullah Ocalan bikarin bigihijin gel. Ev yek girîng e. Em jî hewl didin têkoşîna xwe li ser vê bingehê bidin rûniştandin.
Krîza aborî, civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe. Xelk, ji her alî ve krîza aborî dijî. Divê em bibînin bê ka ev polîtîkayên îro bingeha xwe ji ku digirin, ev pergala ku berê gelan dide hev û pêkvejiyanê ji hev parçe dike bingeha xwe ji ku digire. Di vê mijarê de cihek heye ku divê em lê binêrin; ew jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Tevî dostên gelê kurd em dixwazin bingeha van pirsgirêkan anku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bişikînin û perspektîfên çareseriya demoratîk ên birêz Abdullah Ocalan bigihînin gel. Em hewl didin hemû polîtîkayên xwe li ser vê bingehê bidin rûniştandin.
Mebesta wan a ji ewqas girankirina tecrîdê çi ye gelo?
Ji polîtîkaya tecrîdê armanc dikin ku daxwaza azadiyê ya gelê kurd tune bikin û gelê kurd ji hêla fikrî û paradîgmayî ve bêrêber bihêlin. Armanca ji ewqas girankirina tecrîdê ev e. Lê ji 7 salî heta 70’ê salî gelê kurd îro bi fikrên stratejîk ên birêz Abdullah Ocalan gihaye û pê zana bûye. Bêguman kurd ji her milî ve li dijî vê têdikoşin. Lewma kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ ne tenê li Bakur lê li tevahiya cîhanê tê domandin. Ev du sal in têkoşîneke bênavber tê domandin.
Îktîdar, ji bo têkoşîna “azadiyê” ya gelê kurd bêdeng bike, konsepta êrişa li dijî govend û zimanê gelê kurd pêş dixe. Lê çi dikin bila bikin, têkoşîna me ya esasî dê bibe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan.
Îktîdar a AKP-MHP’ê, ji bo têkoşîna “azadiyê” ya gelê kurd bêdeng bike, konsepta êrişa li dijî govend û zimanê gelê kurd pêş dixe. Hewl didin berê têkoşînê bidin qadên cuda. Lê dema mirov li qedera îktîdarên demên berê dinêre, dê bê fêmkirin ku dê nekarin vê bikin. Îktîdara AKP-MHP’ê di nava têkçûnekê de ne. Îcar dema mirov asta têkoşîna gelê kurd jî dide ber çavan, dibîne ku dê tu caran nekarin bi ser kevin. Jixwe ji bo serkeftinê tu derfetên wan nînin. Ya girîng ew e ku bala me li ser hedefa me ya esasî be, em bi temamî xwe bidin wê armancê. Berê me dibin ku derê bila bidin, çi dikin bila bikin lê dê dîsa jî têkoşîna me ya esasî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd a xwe dispêre statûyê be. Gelê kurd dê dev ji vê îdiaya xwe bernede. Ya ku dê rêgeh û berê têkoşîna me ya esasî diyar bike jî ev rastiye ye.
Di heman demê de xebatên bi zimanê kurdî yên şaredariyan tên astengkirin, nivîsên bi kurdî tên jêbirin...
Êrişên îktîdarê yên li dijî tililî û govendên gelê kurd nîşan dide bê ka di nav xwe de têkçûn û krîzeke çawa dijîn. Weke har û dînan êrişî govend, muzîk, dirûşm û nivîsên kurdî dikin. Ev êriş, nîşaneyên têkçûna wan in. Divê mirov vê bi vî awayî binirxîne. Nîşaneya aloziya îktîdara AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dijî ye.
Ew serdema ku gelê kurd hewl dida hebûna xwe, zimanê xwe îspat bike êdî di serdemên 1960’î, 1970’an de ma. Asta ku îro tevgera azadiyê ya gelê kurd û rêbertiya wê birêz Abdullah Ocalan gihaştiyê û fikra azadiyê ya li ser esasê statûyê, li her çar parçeyên Kurdistanê îdiaya xwe daniye holê. Rastiya gelekê di çarçoveya pêngava azadiya kûrewî de dimeşe heye. Ya ku di krîz û çiravê de ne têkoşîna gelê kurd lê siyaseta şer û qirkirinê ye. Yên ku dê bi hilweşin, polîtîkayên îktîdara AKP-MHP’ê ne.
Heke em dîsa vegerin ser mijara tecrîdê, derket holê ku AKP’ê têkildarî tecrîdê hewl daye bazariyê bike. Gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Pozîsyona Abdullah Ocalan, ne meseleyeke wisa ye ku tu îktîdar bikarin li gorî pêdiviya xwe binirxînin. Rastiya Abdullah Ocalan, dê tu caran nebe amûreke berjewendiyên erzan, sivik û demkî yên îktîdara AKP-MHP’ê.
Pozîsyona birêz Abdullah Ocalan û pozîsyona wî ya stratejîk a di çareseriya pirsgirêka kurd de, ne meseleyeke wisa ye ku ji hêla pêdiviyên tu îktîdaran ve were nirxandin. Bêguman AKP’ê heta niha her tim nirxên civakê îstîsmar kir, hewl da ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk weke amûrekê bi kar bîne û hebûna xwe wisa gihand van rojan. Lê belê rewşa birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, mijareke wisa ye ku divê her kes pir cidî nêz bibe. Neçareserî, wêranî û hilweşîna îktîdar ketiye nav, bêguman bi xwe re lêgerîn, têkilî û derfetên nû diafirîne. Tê fêmkirin ku yek ji van derfetan jî birêz Abdullah Ocalan be. Lê belê sekna Abdullah Ocalan ev e; ‘Ez ne tu kesî dixapînim ne jî kesek dikare min bixapîne.’
Rastiya birêz Abdullah Ocalan, dê tu caran nebe amûreke berjewendiyên erzan, sivik û demkî yên îktîdara AKP-MHP’ê. Lewma jî heta niha çawa di hemû tiştên kirin û yên dê bikin de têk çûbin, dê ji vir û şûnde jî bi ser nekevin. Siyaseta AKP-MHP’ê êdî gihiştiye qonaxa dawî. Êdî ne di nava kêşeya herêmî de ne jî di ya hundir de rêyeke AKP-MHP bikare lê bimeşe nema ye. Tu tiştekî ku bikarin bibêjin, têkiliyeke wan û rewatiyeke civakî ya wan nema ye.
Îktîdar, ji vir dê nekare tu encaman bi dest bixe. Tecrîd, nîşaneya nasnekirina hiqûq û destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye. Lewma heke bangek ji bo AKP’ê û îktîdarê were kirin, divê ev bang ew be ku jê were xwestin li gorî hiqûq û destûra bingehîn tevbigere. Ji bilî vê, meseleya kurd û meseleya birêz Abdullah Ocalan bi hevdîtinên veşarî, bi stratejiya ku birêz Abdullah Ocalan bikişînin ser xeta xwe re nabe. Bi vê nêzikatiyê tu tiştek pêş nakeve.
Şexsê we bi xwe di kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de cih girt. Gelo çi plansaziyên we yên di çarçoveya kampanyayê de hene?
Em weke kampanyayê pênase dikin lê tu destpêk an jî dawiya vê nînin. Em qala têkoşîneke wiha nakin. Em qala rastiya gelekê ku azadiya xwe di azadiya birêz Abdullah Ocalan de dibîne diki. Lewma em dibêjin; ‘Ji birêz Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk.’ Bêguman dê bingeha esasî ya têkoşîna me, li ser vê rêgehê be. Dê di demên pêş de jî rêgeha esasî ya têkoşîna me li ser esasê azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd be. Di vê çarçoveyê, hewldan û plansaziyên me berdewam in. Ev ne tenê hewldana DBP’ê an jî têkoşîna wê ye, têkoşîna gelê kurd e ku di her qadê de didome. Em tevî dostên xwe yên li cîhanê têdikoşin. Rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, sendîkavan, rêxistinên civaka sivîl, ekolojîst... Lewma jî gihiştiye astekî kûrewî. Helbest dê di dema pêş de ev têkoşîn were mezintir kirin û dê têkoşînê derbasî kolanan bikin.
Li gel tecrîdê, gelo çi rojevên din ên partiya we hene?
Gelê me ji her alî ve di dorpêçeke cidî ya qirkirinê de ye. Em di ferqa vê de ne. Gefeke mezin li ser ziman, çand, xweza û hebûna xaka Kurdistanê heye. Lewma jî em li her dera Kurdistanê ne û dê li her derê bin. Tişta derketiye holê ne tenê DBP ya ku li ser bûyer û pirsgirêkên heyî xwe ava dike ye; em hewl didin DBP’yeke ku di her qada jiyanê de xwe ava dike, tevî gel vê jiyanê ava dike û gelê Kurdistanê di nav de ji hêla polîtîk ve xwe tê de dibîne ava bikin. Hêj rêya me heye. Em di ferqa vê de ne. Bi serdema payîzê re em ê vê têkoşînê hîn bêhtir civakî bikin û têkoşîna li kolanan mezintir bikin. Nîqaş û plansaziyên me di vê çarçoveyê de ne.
Bi taybet jî li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelê kurd tên meşandin hene. Îktîdara AKP-MHP’ê, qedera şer hinek jî girêdayî rêbaz û teknîkên şerê taybet kiriye. Em jî dê li dijî vê gel bêhtir birêxistin bikin, çi dibe bila bibe em ê li her derê gel li dijî hemû êrişan biparêzin û em di nava têkoşîna bi ser xistina nasnameya azad de ne. Xebatên DBP’ê yên di halê hazir de rêbazên şerê taybet teşhîr dike, wan têk dibe û civakê birêxistin dike. Dikarim bibêjim ku ev yek bandoreke cidî li ser gelê me dike.
MA / Mujdat Can