Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan

  • jin
  • 14:15 11 Gulan 2020
  • |
img
AMED – Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, li navçeya Sûrê li deriye gelek malan dan û Roja Dayikan pîroz kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya Roja Dayikan de li navçeya Sûrê ya Amedê derî bi derî geriyan û diyariyan belav kirin. Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn tevlî bernameyê bûn û li Sûrê serdana gelek malbatan kirin. Aktîvîstên TJA’yê û Tosûn, li gorî mesafeya fizîkî, diyariyên ku amade kiribûn li jinan belav kirin û Roja Dayikan pîroz kirin.