Hevberdevka HDK'ê Ûgûrlû: Pêşengên jiyana nû divê jin bin

  • jin
  • 09:00 10 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Hevberdeka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku bi tevnên piştevaniyê yên di dema şewbê de hatine avakirin rêxistinbûyîna civakiyî ya ji bo jiyaneke nû pêkan e û got, pêşengiya vê yekê jî wekî serdema neolîtîkê divê jin bikin. 
 
Şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ku li seranserê cîhanê belav bûye, li Tirkiyeyê jî dibe sedema mirona mirovan. Her wiha li seranserê cîhanê li dijî vê şewbê tevdîr jî tên girtin. Li Tirkiyeyê jî tevdîrên ku ji hêla îqtidarê ve tên girtin bûne cihê nîqaşan. Ji tevdîrên tên girtin yek jê jî bangawaziya "dilamdemayînê" ye. Ev bangawazî bi xwe re şideta li ser jinê jî zêde kiriye. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; di navbera 11-21'ê Adarê de 29 jin, di meha Nîsanê de 20 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, şideta li ser jinê ya di dema şewbê de zêetir bûye, sedemên vê şidetê û tevnên piştevaniyê yên li dijî vê yekê tên çêkirin nirxandin. 
 
ÎQTIDARÊ GUHÊN XWE GIRTIYE 
 
Ûgûrlû, anî ziman ku piştî şewb dest pê kiriye û banga "dimaldemayînê" hatiye kirin şideta li ser jina zêde bûye û got: "Me dizanibû jiyana jina di mal de hilnayê, mal ji bo jinan cihên talûke ne. Bi vê pêşbîniyê me rêxistinên jinan rayedar hişyar kirin. Ji xwe Wezîrê Karên Navxweyî jî gotibû, di dema îzolasyonê de rageşiya li malê zêde bûye û divê ev rageşî kêm bibe, lê belê dane parve nekriibûn. Her wiha îqtidarê ji bo cinayet û şideta di meha Adarê de çêbûn jî guhên xwe girtin û xwe li kerîtiyê danî." 
 
MÊRAN LÊ DA, DEWLETÊ PARAST 
 
Ûgûrlû, anî ziman ku bi ser de jî îqtidarê bi "efûya sergirtî" kesên jin kuştine serbest berdaye û ji bo qanûna înfazê ya nû got: "Zilaman lê da, dewletê parast." 
 
Ûgûrlû, got: "Ji ber ku cinayetên jinan feraseta pergala baviksalarî ye polîtîk in. Bi qanûna nû re nêrîna AKP û MHP'ê ya ji bo jinan careke din aşkere bû. Her wiha îqtidar dixwaze jinê bi hişmendiya xw eterbiye bike. Loma ev yek ji ber îqtidarê pêk tên. Her wiha desteya Dadger û Dozgeran jî pandemî kirin hincet û Qanûna Jimare 6284'an dan sekinandin. Lê divê bê zanîn, wê têkoşîna jinan bidome. herî zêde jin dizanin ku jiyan di mal de hilnayê. Piştî şewbê wê jin bihêztir bibin û bi awayekî hîn bihêztir dakevin kuçeyan." 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞIDETÊ KÊM DIKIN 
 
Hevberdevka HDK'ê, anî ziman ku çendî ku şideta li ser jinê zêdetir dibe jî lê belê polîtîkayên ji bo kêmkirina şidetê nayên çêkirin û got, gava jin dixwazin biçin malên hêwirandinê jî an testa Covîd-19'ê ji wan tê xwestin an jî wan nagirin û got, gava wan digirin jî vê carê jî ji qadên xwe yên jiyanê dûr diekvin. Ûgûrlû, diyar kir ku loma malên hêwirandinê jî ji bo jinan carinan nabin cihê çareyê û got: "Gava jin bi şidetê re rû bi rû bimînin xetên îxbarê hene. Lê jinên li malê bi şidetê re rû bi rû dimînin gelo derfetên wan heye ku telefonî vê xetê bikin? Ji xwe gava telefon dikin jî polîs an jî cendirme dibêjin 'ev meseleyek navmalê ye', 'di nav malê de tê çareserkirin' û bi vî awayî di ser guhê xwe re davêjin." 
 
TORÊN PIŞTEVANIYÊ 
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê cinayetên jinan hemû ji ber feraseta pergala baviksalarî ye û bal kişand ser girîngiya tevnên piştevaniyê yên di dema şewbê de hatine avakirin. Ûgûrlû, got: "Tevnên piştevaniyê, ji roja ku civakîbûyîna mirovan dest pê kiriye hene û li ser asasê feraseta peydakirina pêdiviyên civakê ne. Yanî di kodên mirovahiyê de piştevanî heye. Yanî ev tevnên piştevaniyê ne ku niha çêbûne, jiyana jina bi xwe ye." 
 
GIRÎNGIYA JIYANA KOLEKTÎF 
 
Ûgûrlû, anî ziman ku jiyana civakiyî ya li ser asasê jinê bi destê pergala kapîtalîst hatiye kesîdekirin û got, ev kesîdebûyîn li tevahiya civakê hatiye kodkirin. Ûgûrlû, di avakirina jiyana li ser asaê jinê de bal kişand ser girîngiya meclîsên jinan ên HDK'ê û got: "Bi şewbê re kodên me yên li ser asasê tevnên piştevaniyê û jiyana kolektîf careke din derketiye holê. Qedandina cinayetên jinan jî ancax bi parvekirina adil û bi vegera li van kodan mumkun e." 
 
‘DIVÊ PÊŞENG JIN BIN' 
 
Ûgûrlû, anî ziman ku rêxistinbûyîna heyî ya ji bo tevnên piştevaniyê têr nake û got: "Divê bi tevnên piştevaniyê têkiliyên civakiyî baş bên danîn. Paşê divê bi têkiliya van tevnan re teheyula jiyaneke nû û cîhaneke nû bi rêxistinbûyîna civakiyî bê nixumandin. Jin jî divê bi pêşengiya xwe ya ji dema neolîtîkê ve bibin pêşengê vê rêxistinbûyîna civakiyî ku dibêje jiyaneke nû pêkan e." 
 
MA / Nacî Kaya