Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
- rojane
- 15:00 04/7
Platforma ji Parastinê re Azadî, bertek nîşanî binçavkirina 2 parêzeran a li Stenbolê da.
Platforma ji Parastinê re Azadî, bertek nîşanî binçavkirina 2 parêzeran a li Stenbolê da.
TSK’ê derbarê Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korûr Fîncanciyê de, ji ber nirxandinên operasyonên li Herêma Federe ya Kurdistnê de ên “bikaranîna çekên kîmyewî”, doza tezmînatê dabû vekirin. Danişîna Fîncanciyê hate taloqkirin.
Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li devera li rojhilatê Reqayê ya di dibin kontrola hikumeta Şamê de, şivanek hat kuştin, şivanê din jî winda ye. Herwiha di êrişê de 300 sewal jî telef bûn.
Rêxistinên çapemeniyê dê cezayên hefsê yên li 8 rojnamegeran hatine birîn li Stenbol, Amed û Enqereyê ptotesto bikin.
Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tên ragirtin, diyar kirin ku mafên wan ên dermankirinê tên xespkirin û banga hestiyariyê li rayagiştî kirin.
Li ser rêya Amed - Êlihê qeza çêbû. Di qezayê de yek jê zarok bi giştî 14 kes birîndar bûn.
Platforma Parastin û Pişevaniyê ya Amedê rapora xwe ya têkildarî karesata şewatê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di xetên ceyranê de li gelek noqteyan pêvek û lîf çêbûne û ji ber ku sîgorteyên OG’ê yên stûnan tune bûn, dibe ku rê li ber çirûskan vekiribe.
Îdianameya der barê rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun ê ji aliyê cerdevanan ve hatibû kuştin, hat amadekirin. Di îdianameyê de behsa ku bersûc bi çekan û plankirina kuştinê çûne cihê bûyerê nehat kirin. Di îdianameyê de hûnandina bûyerê ji bo ku bersûc cezayê kêm bigirin, hat nivîsandin.
“Meşa Rêzgirtina ji vînê re” ku ji bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve hatiye destpêkirin di roja 5’emîn de bi sirûdên ku beşdarvan dibêjin berdewam dike.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 40 meh in agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Endama Meclisa Parlamenteran a KE’yê Laura Castel Fort destnîşan kir ku tecrîda ser Abdullah Ocalan tê sepandin li tu derekî cîhanê mînaka xwe nîn e û wiha got: “Li Guatemalayê jî pergelekî tecrîdê ya wiha nehatiye dîtin.”
Hate diyarkirin ku sewqiyata leşkerî ya artêşa tirk a li nava axa Herêma Kurdistanê didome.
Bêtehemûliya li dijî kêmnetewên li Tirkiyeyê di tevahiya dîroka komarê de berdewam kir. Çanda lînçkirinê ku di 1934'an de li Trakyayê li dijî cihûyan hatibû destpêkirin, bi yên li dijî rum, ermen, elewî, kurd û sûriyeyiyan didome.
Viyan Tekçe ya li Stenbolê hevdîtinên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm bi dawî kirin, diyar kir ku têkiliyên wê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û TBB'ê re dê bidomin û anî ziman ku pirsgirêka qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye.
Welatiyan nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê, sotemeniyê, ceyranê û xurek û tiştên hewcedariyên malê dan û diyar kirin ku heke şer bê sekinandin û pirsgirêka kurd were çareserkirin dê aborî jî rast bibe.