AMED - Welatiyan nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê, sotemeniyê, ceyranê û xurek û tiştên hewcedariyên malê dan û diyar kirin ku heke şer bê sekinandin û pirsgirêka kurd were çareserkirin dê aborî jî rast bibe.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên meha hezîranê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê Endeksa Fiyeta Mişteriyan di meha hezîranê de ji sedî 1,64 zêde bûye. TUÎK’ê di hezîranê de enflasyona salane ji wek sedî 71,6 eşkere kir. Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî di hezîranê de enflasyona salane wek ji sedî 113,08 eşkere kir û enflasyona meha hezîranê jî wek ji sedî 4,27 eşkere kir.
Beriya daxuyaniya TUÎK’ê ji sedî 38 zem li ceyranê hat kirin. Cixare, sotmenî û hemû tiştên din hatin zemkirin. Her wiha heqê rêyan hatin bihakirin, mazot û benzîn dîsa hat biharkirin, ceyran hat bihakirin û her tiştên ku welatî xwe pê xwedî dikin ango xurek û hewcedariyên nava malê hatin bihakirin. Welatiyên li Amedê ku wek welatiyên her bajarên din bi krîza aborî re rû bi rû mane, dibêjin “Em nizanin em ê çi bikin.”
Li gorî daneyên hezîranê sînorê birçîbûnê 18 hezar û 978 TL ye, sînorê feqîriyê jî 61 hezar û 820 TL ye. Di nav van şert û mercan de êdî wisa bûye ku welatî nikarin nan jî bikirin.
Welatiyên li Amedê diyar kirin ku krîza aborî li wan wisa kiriye ku nikarin êdî bijîn û berpirsiyarê krîzê jî desthilatdariyê nîşan dan.
‘JIYAN Û DEBAR ZEHMET BÛYE’
Bulent Gulseren ê teqawid bûyî destnîşan kir ku êdî ew nikarin bi meaşê teqawidê yê 10 hezar lîreyî debara xwe bikin û wiha got: “Kirêyên xaniyan êdî ji 15 hezar lîreyî dest pê dikin. Mirovek wê bi vî 10 hezarî çi bike û wê çawa debara xwe bike? Qet nebe divê meaşê teqawidiyê jî bibe bi qasî meaşê asgarî. Ew jî belkî welatî hê dikaribin tiştekî bikirin. Heqê rê bûye 20 lîre. Wê sibê nan jî bibe 20 lîre. Kar û jiyana mirovan zehmet bûye.”
Sadik Dîcle jî anî ziman ku zemên ku tên kirin, miletê perîşan kiriye û êdî ne mimkûn e ku bi meaşê asgarî debar bê kirin û ji bo rastkirina aboriyê divê bi lezgînî desthilatdarî were guhertin.
‘HER KES HATIYE BER TEQANDINÊ’
Welatiyê bi navê Cezayîr Serîn jî da zanîn ku AKP’ê welat aniye wê astê ku êdî mirov nikarin lê bijîn û bi zemên rojên dawî re krîza aborî hin zêdetir bû. Serîn kesên ku meaşê teqawidê û asgarî werdigirin bi wî meaşê nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: “Divê ku mirov dikaribe bijî û xwe li ser pêya bigire. AKP nikare vê rewşa aboriyê baş bike. Çimkî 22 sal in Tirkiyeyê îdare dike. Hin bêtir ber bi xerabiyê ve bir. Divê êdî em bi derewên AKP’ê yên aboriyê nexapin. Ez nizanim ka em wek gel çima viya qebûl dikin. Ji qesrê re pere heye lê ji teqawîdan û karmendan re pere tune ye. Tu destê xwe diavêjî çi, bihayê wan bûye 50, 100 lîre. Xelk hem di warê aborî de hem jî ji ber zextan gelek zoriyan dibîne. Mirov xwe azad nabînin. Xelk êdî hatiye asta ku biteqe. 22 sal in heman tiştan dibêjin û tiştekî jî nakin.”
Serîn bertek nîşanî daxuyaniya “Meaşê asgarî li Tirkiyeyê ne kêm e” ya Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek da û got: “Çi tê ber devê Wezîrê Aboriyê dibêje. Lê haya wî ji feqîrî û birçîbûnê tune ye. Ew bi xwe di van şertan de najî. Em vê zor û zehmetiyê dijîn. Ne mimkûn e êdî bi meaşê asgarî debar bê kirin. Divê êdî ev biçin. Ev destûra bingehîn jî nas nakin. Êdî bawerî bi wan nemaye.”
'ŞER DIBE SEDEMA KRÎZÊ’
Welatiyê bi navê Ahmet Çelebî jî da zanîn ku ew teqawid bûye û bi meaşê teqawidê nikare debara xwe bike û ji ber vê yekê ew neçare bişixûl e. Ahmet Çelebî anî ziman ku li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê gihîştiye 20 hezar lîreyî û got: “Yek ji pirsgirêka bingehîn a krîza aborî ew e ku polîtîkayên şer li ser gelê kurd tê birêvebirin. Krîza aborî bi pêkanîna aştiya li Tirkiyeyê dikare ji holê bê rakirin. Heke gelê kurd li ber çavan bê girtin, pirsgirêka aboriyê dikare were çareserkirin.”
'MEAŞÊ ASGARÎ BILA BIBE 20-30 HEZAR LÎRE’
Muhammed Kalkan jî berpirsiyarê krîza aborî Serokkomarê AKP’yî Erdogan da nîşandan û got: “Bi kevçî didin û bi çoçikê digirin. 17 hezar lîre têra kesî nake. Ji bo mirov dikaribin debara xwe bikin divê meaşê asgarî bikin 20-30 hezar lîre. Ez ji ber krîza aborî çûm Stenbolê ku bixebitim, li Amedê jî û li Stenbolê jî krîza aborî eynî ye.”
CIWANIYA XWE NEDÎTIYE
Cîhan Salik jî destnîşan kir ku ew ji 16 saliya xwe ve dixebite û wiha got: “Jixwe ciwaniya me nemaye. Hûn halê me dibînin. Ez 23 salî me, ez di îşî de dixebitim. Me anîne wê astê ku em nikarin tiştekî bêjin. Her zorî di stûyê me de ye. Divê kesek edaletxwaz û wekhev biçe ser dewletê da ku van krîzan, zeman û aboriyê rast bike. Nexwê em ê perîşan bibin.”
‘SEDEMA KRÎZAN DESTHILATDARÎ BI XWE YE’
Omer Dag jî diyar kir ku ew bi meaşê asgarî dixebite û got: “Ev meaş têra min nake. Em dixebitin lê em tiştekî qezenc nakin. Sedema van krîzan jî desthilatdarî bi xwe ye.”
Mûrat Ertugrul jî destnîşan kir ku debarkirina li Tirkiyeyê pir zor bûye û ew di sektorek taybet de dixebite û meaşê distîne jî têra wî nake.
MA/ Rûkiye Adiguzel