ÎZMÎR - Bêtehemûliya li dijî kêmnetewên li Tirkiyeyê di tevahiya dîroka komarê de berdewam kir. Çanda lînçkirinê ku di 1934'an de li Trakyayê li dijî cihûyan hatibû destpêkirin, bi yên li dijî rum, ermen, elewî, kurd û sûriyeyiyan didome.
Di 30’ê hezîranê de li navçeya Melîkgazî ya Kayseriyê li ser îdiaya tacîza zaneydnî, li dijî penaberên sûriyeyî lînç hate destpêkirin. Di tevahiya şevê de kargeh û wesayît hatin şewitandin û malên penaberan rastî êrişan hatin. Roja piştre êriş li gelek bajaran belav bûn û bûyerên talankirinê qewimîn. Di dema van êrişan de ciwanê sûriyeyî yê 17 salî Ahmet Handan El Naîf dema di 2’yê tîrmehê de li ser cadeyê dimeşiya, hate kêrkirin û qetilkirin.
Dirûşmên hevpar ên êrişkaran jî “Ez naxwazim sûriyeyî li welatê min bin” û “Çi şad e yê dibêje ez tirk im” bûn. Her wiha îşareta wan jî îşareta “gur” bû ku nîjadperestên tirk bi kar tînin. Me ev dirûşm û sembole cara ewil ne di êrişên li dijî sûriyeyan de dîtin. Di komkujiyên Mereş, Çorum ên Sêwasê yên li dijî elewiyan de, di komkujiya li Stenbolê ya li dijî ruman û di êrişên li çar aliyên Tirkiyeyê li dijî kurdan û sûriyeyiyan de jî ev îşaret û dirûşm hatin bikaranîn.
90 SAL BERÊ LI DIJÎ CIHÛYAN DEST PÊ KIR
Dîroka Tirkiyeyê ji hêlekê ve jî weke dîroka bêmalkirin û “tirkkirin” jî tê zanîn û li dijî komnetewe û komên cuda her tim êrişên girseyî û komkujî hatin kirin. Di dîroka Tirkiyeyê de yek ji mînakên vê yên ewil, di sala 1934’an de li dijî cihûyên li Trakyayê dijîn hate kirin. Di 21’ê hezîrana 1934’an de êrişên ewil li dijî cihûyên li Çanakkaleyê dijiyan hatin kirin. Di 2’yê tîrmehê de bi dirûşma “Ji cihûyan re mirin” re li dijî cihûyên li Edîrneyê berdewam kir. Komên nîjadperest bi ser taxa cihûyan de girtin û heta 4’ê tîrmehê berdewam kir. Di êrişan de dikan û malên cihûyan ên li Edîrne, Tekîrdag, Kirklarelî, Çanakkale, Uzunkopru, Sîlîvrî, Babaeskî, Luleburgaz, Çorlu û Lapsekiyê hatin talankirin, jin hatin tecawizkirin û ji cihûyan hate xwestin ku xaka xwe biterikînin.
Di 1934'an de Nîhal Atsiz di kovara Orhunê de li dijî cihûyan nivîsên nîjadperest dinivîsand, rayedarên demê ev nivîs jinedîtî ve dihat û bi vê bandorê pêla êrişan dest pê kir. Di encama van êrişan de nêzî 15 hezar cihûyên mal û milk, dikan û her tiştekî xwe li pey xwe hiştin û bajarên Trakyayê terikandin.
DI 6-7’Ê DE ÊRIŞÎ RUMAN KIRIN
Êriş û komkujiya duyemîn a li dijî kêmnetewan di 6-7’ê îlonê de li dijî rumên li Stenbolê dijiyan hate kirin. Li gorî nîqaşan, ev êrişên bi organîzeyî ji hêla Lijneya Tetkîkê ya Seferberiyê, kontrgerîla û MÎT’ê ve hatin plankirin. Rojnameya Ekspresê ya Stenbolê ku nêzî Partiya Demokratê bû, manşeta “Mala Atayê me hate bombekirin” avêt û ev rojname ji hêla endamên Komeleya “Qibirs Tirk e” ve li tevahiya Stenbolê hate belavkirin. Piştî vê, êrişa ewil li dijî Pastaxaneya Haylayfê ya li Şîşliyê hate kirin. Girseya ku piştî vê êrişê her ku diçû mezin dibû, êrişî dikanên rum, ermen û cihûyan ên li Kumkapi, Samatya, Yedîkule û Beyogluyê kirin û talan kirin. Yekîneyên biorganîze yên ku ji berê ve navnîşanên ruman dizanîn, 15 kes qetil kirin.
MAL Û MILK HATIN TALANKIRIN
Êriş, heta serê sibeha 7’ê îlonê berdewam kirin. Di êrişan de 4 hezar û 214 mal, hezar û 4 kargeh, 73 dêr, sînagogek, du manastir, 26 dibistan, febrîqe, hotêl û bar jî di nav de 5 hezar û 317 mekan bûn hedefa êrişan. Tevahiya dêran hatin şewitandin, wêne, xaç, îkon û hwd. ên di hundirê wan de jî hatin texrîbkirin. Li gorî daneyên fermî, 60 jin hatin tecawizkirin. Lêkolîneran da zanîn ku jinên hatin tecawizkirin ji ber ku şerm dikirin an jî ditirsiyan gilî nekirin lê ev hejmar derdora 400’an e. Ji ber êrişên 6-7’ê îlonê, bi dehhezaran rum ji Stenbolê derketin. Piştî van koçan, qismekî mal û milkê ruman dan weqfan. Hejmara ruman a li Stenbolê di sala 1923’yan de 100 hezar bû lê niha li gorî texmînan, derdora hezar û 500 rum li Stenbolê dijîn.
78 MEREŞ: ÎCAR HEDEF ELEWÎ BÛN
Demekî kin piştî êrişên li dijî cihû, rum û ermenan, îcar jî pêla êrişan ber bi bawerî û nasnameyên cuda ve dest pê kir. Girseyên ku ulkucuyan serkêşiya wan dikir, di 19’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê li dijî elewiyan komkujiyeke mezin dan destpêkirin. Êriş heta 26’ê kanûnê dom kirin, 120 kes bi hovane hatin qetilkirin, bi hezaran kes birîndar bûn, 552 mal hatin şewitandin û texrîbkirin û 289 kargeh hatin talankirin. Di dema êrişan de girseyê dirûşmên “Heke xwîna me biherike jî serkeftin a îslamê ye” û “Tirkiyeya misilman” berz kirin. Van êrişkaran li ser kargeh û malên elewiyan sembola “Sê heyvik” a MHP’ê xêz kirin. Di dema komkujiyê de polîsan mudaxileyî êrişkaran nekirin. Balkêş e ku roja komkujî bi dawî bûyî anku di 26’ê kanûna 1978’an de li 13 bajaran rewşa awarte hate ragihandin.
Doza têkildarî komkujiyê 23 salan berdewam kir. Di dozê de li 22 kesan cezayê darvekirinê, li 7 kesan cezayê muebbetê, li 321 kesan di navbera 1-24 salan de ceza hate birîn. 68 kesên ku parekî wan a mezin di komkujiyê hebû, nehatin girtin. Bersûcê sereke yê dozê Okkeş Kenger bû û ev kes di 1991’an de ji Partiya Refahê bû parlamenter.
HEMAN DEREW Û SAZÎ LI ÇORUMÊ NE
Hewldana lînç û qirkirina mezin a duyemîn a li dijî elewiyan, li Çorumê hate kirin. Di mehên Gulan-Tîrrmeha 1980’an de li navenda Çorumê li dijî taxên elewiyan êriş dest pê kirin. Hemû rêyên bajar, navçe û gundên cîranên Çorumê ji hêla komên ulkucuyan ve hatin girtin. Di êrişên ewil de mamoste û elewiyeke çepgir hate qetilkirin. Di meha tîrmehê de TRT’ê nûçeyeke bi îdiaya li dijî Mizgefta Alaaddînê êrişa bombeyî hatiye kirin weşand. Li ser vê yekê di hoparlorên mizgeftan de banga cîhadê hate kirin û pêla duyemîn a êrişan dest pê kir. Girseyên ji mizgeftan derketin, di serî de Mîlonu ku elewî lê dijiyan, êriş3ı gelek taxan kirin, mal û dikan talan kirin. Di êrişan de 57 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûn.
Di 28’ê gulanê de ku êrişa cara ewil wê rojê destpêkirin, dikan û malên elewiyan rastî êrişan hatin û dîsa dirûşmên “Heke xwina me birije jî serkeftin a îslamê ye” û “Li dijî xwînê xwîn, tolhildan” hatin berzkirin. Doza têkildarî komkujiyê li Dadgeha Leşkerî ya Erzînganê hat lidarxistin û 8 salan domiya. Saziyên dewletê ku di bûyerê de berpirsyartiya wan hebûn, hêzên ewlekariyê û rêveberên MHP’ê nehatin darizandin. Tenê 53 bersûcên MHP’î û ji Ocaxa Ulkucuyan hatin darizandin. Di encamê de li 2 kesan cezayê îdamê hate birîn û piştre ev ceza vegerandin 24 salan.
KOMKUJIYA MADIMAKÊ: BI HINCETA DEMBORÎNÊ HAT BETALKIRIN
Komkujiya din a li dijî elewiyan jî di 2’yê Tîrmehê de li Sêwasê hate kirin. Rewşenbîr û hunermendên di çarçoveya Mîhrîcana Pîr Sûltan Abdal de hatibûn bajar, hedef hatin nîşandan. Girseya ku ji mizgeftê derketî, heta pêşiya navenda çandê ya ku mîhrîcan lê dihat lidarxistin meşiya. Girseyê dirûşma “Sêwas dê ji kesên laîk re bibe goristan” hate berzkirin, peykerê “Hozanên Gel” hate hilweşandin, li erdê hate kaşkirin û girse heta pêşiya HOtêla Madimakê meşiya. Li pêşiya hotêlê rastî tu mudaxileyan nehatin û hejmara girseyê her ku diçû zêdetir dibû. Demekî kin piştre hejmarê 15 hezar derbas kir.
Leşker û polîsan mudaxileyî koma li pêşiya hotêlê nekirin û demekî kin piştre komê hotêl da ber keviran û şewitandin. Piranî jê elewî, 33 nivîskar, hozan û rewşenbîr û 2 xebatkarên hotêlê hatin qetilkirin.
Doza têkildarî komkujiyê li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Hejmar 1’ê hat lidarxistin. Di dozê de li 22 bersûcan 15 sal, li 3 bersûcan 10 sal, li 54 bersûcan 3 sal û li 6 bersûcan 2 sal cezayê hefsê hate birîn. Her wiha 37 bersûcan jî beraet kirin. Lê belê ev biryar hate temyîzkirin. Pêvajoya hiqûqî ya demekî dirêj ajot, di sala 2001’ê de biencam bû. Di çarçoveya biryara ji hêla 9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin de, li 33 kesan cezayê darvekirinê; li 4 bersûcan 20 sal cezayê hefsê; li yekî jî 15 sal cezayê hefsê hate birîn. Doz, temyîz û daxwazên parêzerên mudaxil bi salan dom kir. Piştî 20 salan, Doza Komkujiya Sêwasê di sala 2014’an de bi îdiaya demborînê betal bû.
KURD HER TIM HEDEF HATIN GIRTIN
Gelê kurd her tim hedefa êriş û lînçên nîjadperest bû. Kurdên ji bo xebatên çûyîn bajarên Tirkiyeyê, her tim rastî êrişan hatin. Dema diçûn karên findiqan, an jî li ser înşaetê dixebitiyan, ji Sakarya, Afyon, Stenbol, Enqere, Kocaelî, Kutahya, Trabzon, Yozgatê heta gelek deverên din rastî êriş û lînçkirinê hatin. Herî dawî jî 4 karkerên kurd ên li navçeya Seydîkemer a Mûglayê li ser înşaetê dixebitiyan, rastî êrişê hatin. Karkerên bi navên Abdurrahman Bîrgun û Hamît Oran, di 12’ê îlona 2022’yan de li navçeya Cîde ya Kastmonuyê rastî êrişa çekdarî ya xwediyê malê hatin ku mala wî boyax dikirin. Di êrişe de Bîrgun hate qetilkirin û Oran jî birîndar bû.
Mahîr Çetîn di sala 2014’an de li Antalyayê ji ber axaftina bi kurdî hate qetikirin. Kadîr Sakçi û kurê wî Burhan Sakçi (16) di 16’ê kanûna 2018’an de bi hinceta ku li kolanê bi kurdî axivîne, ji hêla komekê ve hatin sekinandin. Komê pirsa “Hûn kurd in?” kirin û piştî bersiva “Erê”, êriş kirin. Kadîr Sakçi bi îşkenceyê hate qetilkirin û kurê wî jî bi giranî birîndar bû. Di 31’ê gulana 2020’ê de jî li Etîmesgut a Enqereyê Bariş Çakan ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî dikir, di 2’yê gulana 2023’yan de jî Mehmet Caymaz li îskeleya Kadikoy a Stenbolê ji ber ku strana kurdî digot hatin qetilkirin.
MALBATA DEDEOGULLARI HATE QETILKIRIN
Gelê kurd li gel cihên ku demkî diçûnê, her wiha li jîngehên xwe jî rastî êrişê hatin. Vekirina stranên kurdî, axaftinên bi kurdî weke hincet hatin nîşandan. Di 30’ê tîrmeha 2021’ê de li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllariyê êriş hate kirin. Di êrişê de Yaşar Dedeoglû (65), Serap Dedeoglû (36), Serpîl Dedeoglû (32), Sîbel Dedeoglû (30), Îpek Dedeoglû, Metîn Dedeoglû (45) û Bariş Dedeoglû (35) hatin qetilkirin. Êrişkarê ku 7 kes qetilkirî, piştî êrişê mal şewitand û reviya. Endamên malbatê yên beriya komkujiyê rastî êrişa komeke ji 60 kesan hatibûn, bi giranî birîndar bûbûn. Li gel ku ji bo malbatê biryara parastinê hatibû dayîn jî, 6 êrişkarên girtî hatibûn berdan. Piştî tehliyekirinê endamên malbatê dîsa rastî êrişê hatin û îcar hatin qetilkirin.
HEDEFA NÛ PENABERÊN SÛRIYEYÎ NE
Hedefa dawî ya komên nîjadperest jî bû penaberên Sûriyeyê ku ji ber şerê navxweyî neçar man koçber bibin. Ji roja hatin Tirkiyeyê heta niha ji hêla partî û komên nîjadperest ve hedef tên girtin. Di vê çarçoveyê de di 11’ê tebaxa 2021’ê de li Taxa Battalgazî ya navçeya Altindag a Enqereyê li dijî sûriyeyiyan hewldana komkujiyê hat kirin. Bi sedan kesên li taxê kom bûn, bi dirûşma “Tekbîrê” mal û kargehên sûriyeyiyan dan ber keviran û êrişî kargehan kirin. Polîsan, piştî nîvro piraniya sûriyeyiyan bi otobûsan ji taxê derxistin.
Di 7’ê hezîrana 2020’ê de li navçeya Reyhanli ya Hatayê li dijî penaberê sûriyeyî Yûsûf û malbata xwe rastî êrişa çekdarî ya cîranên xwe hat. Di êrişê de Xalid Yûsûf ê 2 salî hate qetilkirin û bapîrê wî Muhammed Yûsûf bi giranî birîndar bû.
Di 15’ê tîrmeha 2020’ê de Hamza Acanê sûriyeyî ku li navçeya Gursu ya Bursayê li bazarê dixebitî, rastî êrişa bi keviran a komekê hat û hate qetilkirin. Di 16’ê mijdara 2021’ê de jî Ahmed El Alî, Memun En Nebhan û Muhammed El Huseyîn El Abdo El Bîş ku di şîrketeke înşaetê de dixebitiyan, li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê li kargeha lê diman hatin şewitandin û qetilkirin.
Li gel sûriyeyiyan, d heman demê de gelek penaberên afgan û pakistanî jî di encama êrişên nîjadperest de hatin qetilkirin. Ciwanên afgan Hafîzûllah ku bi hêviya xwendin û qezenckirina pereyan hatibû Tirkiyeyê, di 30’ê gulana 2020’ê de dema kaxiz kom dikir de li navçeya Ataşehîr a Stenbolê hate kêrkirin û qetilkirin. Di 10’ê mijdara 2023’yan de jî karkerê madenê yê afgan Vezîr Mohammed Nourtanî li Zonguldakê hate şewitandin û qetilkirin.
MA/Tolga Guney