• img

    ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’

    • jin
    • 13:10 26/12/2017

    Karsaza Jin Ferda Cemîloglu a beşdarî civîna “Jinên Kurd Pêvajoyê Nîqaş dikin” bû, diyar kir ku yekîtiya neteweyî encax bi yekîtiya jinan pêkan e. Hunermend Mîzgîn Tahîr jî, anî ziman ku ku dê bi yekîtiya jinan hemû wêrankirin û şerê li cîhanê çareser bibe.

  • img

    TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe

    • jin
    • 12:50 26/12/2017

    Tevgera Jinên Azad (TJA) bertek nişanî biryarên KHK'ê û biryara cilên yek tîp da û anî ziman ku ev yek rûmetê dişkîne û nayê qebûlkirin. TJA, destnîşan kir ku tundî û cilên yek tîp dê bi yekîtiya hêzên demokratîk bê şikandin û xwest hemû hêz li dijî vê yekê bibin yek.

  • img

    Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere

    • jin
    • 10:04 26/12/2017

    Zilamê bi navê Şehmus Î. yê Rojbîn Baranê kuşt, jiyana xwe ya rojane didomîne. Cîranên wî diyar kirin ku Şehmus Î. bi awayekî plankirî cinayet pêk aniye.

  • img

    'Em beramberiya keda xwe wernagirin'

    • jin
    • 09:46 26/12/2017

    Jinên samandagiyî, bi çêkirina zeytûn, morîkan, mekûk û qatix debara xwe dikin. Jinan, diyar kir ku kar pir kêm bûye û ew beramberiya keda xwe wernagirin.

  • img

    'Em bedeng namînin'

    • jin
    • 15:41 25/12/2017

    Meclîsa Jinên Zanîngeha Stenbol, cînayeta Zulal Tutuncu şermezar kir û wiha got: “Ên ku êrîşî qanûna hejmara 6284 kirin berpirsî cînayetên jinane. Em ê li dijî cînayetên jinan ên zanîngehan bêdeng nemin in.”

  • img

    Rojê 10 saetan dixebitin, 80 TL qezenc dikin

    • jin
    • 09:07 25/12/2017

    Jinên li Erdemliyê, ku di karên paketkirin û barkirinê de dixebitin, heqê xebata 10 saetan tenê 80 TL distînin.

  • img

    Konferansa ‘An azadî an azadî' bi dawî bû

    • jin
    • 19:59 24/12/2017

    Konferansa Jinan a Piştevaniya Xemrî (Mor Dayanişma) ku bi dirûşmeya “An azadî an azadî" pêk anîn bi dawî bû.

  • img

    Jina rastî êrîşa zayendî hat: Tu kesan piştgirî neda min

    • jin
    • 12:12 24/12/2017

    E.X., ku di 10'ê Kanûnê de li Navçeya Rezan a Amedê rasti êrîşa zayendî hat, diyar kir ku hêj mêrê faîl nehatiye binçavkirin û nehatiye darizandin. E. X. anî ziman ku heta niha ji tu saziyên sivîl û rêxistinên dewletê tu piştgirî negirtiye.

  • img

    Yuksekdag: Polîtîkayên AKP'ê riziya ye

    • jin
    • 11:47 24/12/2017

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê ku niha girtî ye Figen Yuksekdag, bi riya nameyê geşedanên rojevê û pêvajoya OHAL'ê nirxand. Yuksekdag, anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê riziya ye û bi darê OHAL'ê yê riziya ye hewl dide xwe li ser piyan bihêle.

  • img

    Xeta sor a jinên kurd: Yekitiya neteweyî ye

    • jin
    • 10:11 24/12/2017

    Jinên kurd li Amedê li hev kom bûn û her çiqas nêrînên wan ên siyasî û bîrdozî ji hev cuda be jî yekitiya neteweyî wekî “xeta sor” pênase kirin û ji bo yekitî pêk bê nîqaşên û plansazî kirin.

  • img

    Hevalên Tutuncuyê: Ji bo kesek dn jî kêm nebe…

    • jin
    • 09:21 24/12/2017

    Hevalên Zulal Tutuncu ya li Bornovayê ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, bertek nîşanî zimanê hin saziyên çapemeniyê dan û diyar kirin ku berpirsiyarê kuştina Tutuncuyê polîtîkayên serdestiya mêrî yên hikûmetê ne.

  • img

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin

    • jin
    • 17:34 23/12/2017

    Jinên kurd piştî civîna rojekê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.

  • img

    Jinên HDP'î li Antalyayê hatin gel hev

    • jin
    • 16:58 23/12/2017

    Meclisas Jinên HDP'ê ya Antalyayê berî ku partiya wan di 6'ê Çileyê de Konferansa Jinan a Herêma Îzmîrê li dar bixe, hatin gel hev.

  • img

    Konferansa 'Ya azadî ya azadî': Hevgirtina jinan şert e

    • jin
    • 15:34 23/12/2017

    Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di konferansa Mor Dayanişmayê "Ya azadî ya azadî" de axivî û ev tişt got: "Em wekî jin dixwazin cîhaneke azad ava bikin, lê AKP li dijî vê gav bi gav tarîtiyê ava dike."

  • img

    Banga jinên kurd: Em hêza xwe bi yên din re mezin bikin

    • jin
    • 12:23 23/12/2017

    Jinên kurd ên bi mijara “Jinên kurd pêvajoyê nîqaş dikin” li hev civiyan, wiha gotin: “Banga me ji hemû jinên ji şîn girtinê westiyayîn re; werin em hêza xwe bi yên din re mezin bikin.”

LÊGERÎN