Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin

  • jin
  • 17:34 23 Kanûn 2017
  • |
img
AMED - Jinên kurd piştî civîna rojekê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin. 
 
Jinên kurd, ên ji rojnameger, siyasetmedar, hunermend, rewşenbir û parazvanên mafên pirovan pek dihatin, ji bo balê bikişînin ser rewşa jinên kurd li Otela Demîr a Amedê civîyan. Jinan li Otela Demîr bi mijara “Jinên kurd pêvajoyê nîqaş dikin” kom bûn. Jinan di çarçoveya têkoşîna yekitiya neteweyî ya jinên kurd a li dijî tundiya li ser jinan û polîtîkayên komkujiyê nîqaş kirin. Jin bi kincên xwe yên herêmî ku beşdarî civatê bûn, pankarta “Em ji virin û em li virin” bi salonê ve kirin. Civîna jinan piştî niqaşên rojekê yên "Jinên Kurd pêvajoyê niqaş dikin" peşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê parve kirin. Jinan piştî pêşniyaran di çarçoveya xebatên "Yekîtiya Neteweyî" de Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin. 
 
Platformê piştî civînê rêgezên xwe diyar kirin. Platformê rêgezên xwe wiha aşkere kirin: “Platform, ji bo zimanekî militarist, mêrê serdest, û zayendîpereset pêş nexe û nekeve nava têkiliyên kurdan ên cudakariyê û nekeve nava helwestek wêdekirinê bûne yek."  
 
Jinan civîna xwe bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kirin. Jinan piştî civînê bi hevre wêneyekî komî girtin.