Jinên HDP'î li Antalyayê hatin gel hev

  • jin
  • 16:58 23 Kanûn 2017
  • |
img
ANTALYA - Meclisas Jinên HDP'ê ya Antalyayê berî ku partiya wan di 6'ê Çileyê de Konferansa Jinan a Herêma Îzmîrê li dar bixe, hatin gel hev.
 
Dê di 6'ê Çileyê de di pêşengiya HDP'ê de Konferansa Jinên Herêma Îzmîrê bê lidarxistin. Meclisa Jinên HDP'ê ya Antalyayê, berî konferansî li hev civiya û bi jinan re nîqaş meşand. Di civînê de Endamên Meclisa Partiyê yên HDP'ê Bedriye Yorgun û Nîgar Duru û gelek jin amade bûn.
 
Duru di civînê de axaftinek kin kir û da zanîn ku têkoşîna jinê li dijî faşîzmê ketiye radeyeke nû, lê jin ne bê alternatîf in.
 
Duru destnîşan kir ku li Antalyayê jî jin ji bo serdema têkoşîna nû û berî konferansê bi aktîf têkoşînê dimeşînin û wiha axivî: "Li hemberî me hişmendiyeke mêr, yanî dijminek heye. Li dijî destkeftiyên jinan polîtîkayeke dijminahiyê dimeşînin. Çav berdane destkeftiyên jinan. Ev desthilatdarî jinan tune dihesibîne, lê di serdema têkoşîna nû de jin ne bê çare ne."
 
Yorgun jî anî ziman ku dê bi civînên ku li dardixin, dê hevdîtinên xwe yên bi jinan re berdewam bikin.