• img

    Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê

    Wekilên HDP’ê beriya salvegera operasyona siyasî ya 4'ê mijdarê meşiyan meclîsê. Wekîlan wêneyên parlamenterên HDP'ê yên girtî rakirin û gotin “Meclîs riziya. Êdî xwe înkar dike" û bêdengiya Serokê Meclîsê rexne kirin.

  • img

    Gursel Tekîn: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye

    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got: “Ev sepandin li dijî mirovahiyê ye.”

  • img

    'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin'

    Dîlek Ocalan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku wan bi dehan caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye û hemû serlêdanên wan hatine redkirin û wiha got: "Dewlet dibêje ku 'Ocalan ne kesekî ji rêzê ye' û bi vê hişmendiyê tecrîdê kûr dike. Li Îmraliyê tecrîdek bê dawî tê meşandin."

  • img

    Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e

    Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nadîr Yildirim di kongreya partiya xwe ya Colemêrgê de axivî û got: “Ocalan xeta me ya sor e. Şikandina tecrîdê têr nake. Heta Ocalan bê azadkirin dê têkoşîna me dewam bike.”

  • img

    Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya

    Berdevkê Partiya HDP’ê Ayhan Bîlgen, li Qersê bi gel re civiya û banga xwedî derketin kongreyê li gel kir.

  • img

    ‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’

    Siyasetmedarê kurd Seydî Firat der barê herêmê û siyaseta kurd de xwedî tecrûbeyên girîng e. Firat bal kişand ser teslîmkirina Kerkûkê û ev tişt got: "Serkeftineke ku xeyal nedikirin dan dijberên kurdan."

  • img

    Bîlgen: Ocalan ne kesekî ji rêzê ye tecrid nayê qebûlkirin

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, piştî 8 mehan di civîna koma partiya xwe de axivî. Bîlgen, tecrîda li ser Ocalan tê meşandin wekî sûcê mirovahiyê bi nav kir û geşedanên li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê û helwesta Tirkiyeyê rexne kir. Bîlgen, anî ziman ku Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin nayê qebûl kirin.

  • img

    ‘Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Ocalan têk çûn'

    Alîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, diyar kir ku tecrîda mutlak a li ser Ocalan tê meşandin girêdayî geşedanên herêmî û navneteweyî ne û wiha got: “Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Birêz Ocalan û bîrdoziya wî têk çûn. Li Reqqa bîrdoziya Ocalan bi ser ket. Hêzên serdest bi hêrsa vê windahiyê êrîş dikin."

  • img

    Sadak: Ji bo diyalog bi pêş keve rakirina tecrîdê girîng e

    Siyasetmedar Selîm Sadak tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kir û da zanîn ku tenê agahî ji Birêz Ocalan girtin têrê nake û wiha axivî: "Ji bo diyalog bi pêş keve divê Ocalan rola xwe bileyîze. Ji bo vê jî pêwîstî bi sererastkirinan şertên girtîgehê heye.”

  • img

    Bîlgen: Tecrîda li ser Birêz Ocalan provokasyon e

    Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Pirsgirêk bi rêya siyaset û diyalogê çareserkirin mijareke xwe baweriyê ye. Lê ji pêvajoyê tiştek cuda hêvîkirin dê vî karî nebe serî. Hemû mafên bingehîn ên hevdîtina parêzer û malbatê asteng kirin provokasyon e."

  • img

    Ocalan YPG ji tasfiyeyê rizgar kiriye!

    Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike, di hevdîtina dawî de Ocalan YPG ji xeta pêşmergeyan kişand, bi vê re Ocalan li dijî pratîka pêşmergeyan a di demên dawî de lê vekişiyan, di xeta YPG'ê ya ku Reqqa azad kir de israr kir û vê jî Ocalan çiqasî mafdar e raxist ber çavan. Tecrîda li ser Ocalan jî piştî vê israrê dest pê kir.

  • img

    Navê partiya Meral Akşener diyar bû

    “Partiya Îyî (Partiya Baş)” ku bi pêşengiya Meral Akşener a ku ji MHP’ê veqetiya hat avakirin. Ji bo avakirina “Partiya Îyî” serî li Wezareta Karê Hundir dan.

  • img

    Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî li Enqereyê ye

    Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî hat Enqereyê. Îbadî dê li Koşka Çankayayê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê pêk bîne.

  • img

    Kemalbay: Tecrîd şer geş dike

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di civîna Koma HDP'ê de axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Kemalbay, anî ziman ku Tirkiye bi rewşa nediyar a Ocalan di nava talûkeyekê de ye û wiha got: "Ev propagana tarî ya li ser Ocalan Tirkiye dixe nava şerekî kûr."

  • img

    Ji bo Kurdistana Federe pêşniyara hikûmeta demî kirin

    Tevgera Goran, Komela Îslamî û Berhem Salih ku bi hevparî “Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê" ava kirin, ji bo krîza siyasî bi dawî bibe pêşniyar kirin ku Kurdistana Federe bi awayeki demkî hikûmetê ava bikin.

LÊGERÎN