Yildirim: Ocalan xeta me ya sor e

img

COLEMÊRG – Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nadîr Yildirim di kongreya partiya xwe ya Colemêrgê de axivî û got: “Ocalan xeta me ya sor e. Şikandina tecrîdê têr nake. Heta Ocalan bê azadkirin dê têkoşîna me dewam bike.”

Rêxîstîna HDP’ê ya Colemêrgê Kongreya Asayî ya 2’emîn li dar xist. Kongre li Salona Dawetê ya Beyter pêk hat û gelek kes beşdar bû. Li Salonê wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku girtiye û pankarta “ “Banga me ji bo têkoşîneke hevpar e” hatin daliqandin. Kongreyê bi axaftina Hevserokê HDP’a Bajêr Metîn Besî dest pê kir. Nameyên Demîrtaş, parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî şandin hatin xwendin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan axivî û bi pîrozbahiya “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê” dest b, axaft,ma xwe kir û got: “Li Kobanê berxwedanek hat nîşandan û vê berxwedanê serkeftinekê derxist holê. Vê berxwedanê navê kurdan li cîhanê bi tîpên zêrîn nivîsand.” 
 
‘HÛN ÇI DIKIN BIKIN EM Ê ÇONG DANAYNIN’
 
Pişt re Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim axivî û diyar kir ku rihê Kobanê rihê ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan danî holê ye û heta rihê Kobanê bijî dê kes nikaribe kurdan têk bibe. Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi azadkirina Rojava re pêngava rizgarkirina Sûriyê jî dest pê kiriye. Ez hêvîdarim dê rojek ji bo Kerkûk û Musilê jî ev pêngav bikeve dewrê. Em têkoşînê li Rojava silav dikin. Hûn çidikin bikin lê em ê çonga xwe li ber xwe daneynin. Ciwanên vî gelî li Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê têkoşînek bêhempa dan. Windahiyên me gelek in lê ji bo destkeftiyên sibe rojê gavên mezin hatin avêtin.” 
 
‘OCALAN XETA ME YA SOR E’ 
 
Yildirim destnîşan kir ku girtin û zext dê nikaribe li pêşiya têkoşîna wan bibe asteng û wiha domand: “Dixwazin hêviya me bişkênin lê bila viya baş bizanibin hem ji her demê bêtir bi hêvî ne û xurtir in.” Yildirim bal kişand ser rewşa tecrîdkirina Ocalan û wiha axivî: “Dixwazin bi tecrîdkirina Ocalan me biçewisînin. Bila viya baş dizanibin Ocalan xeta me ya sor e. Şikandina tecrîdê têr nake. Heta Ocalan bê azadkirin dê têkoşîna me dewam bike.” 
 
Piştî axaftinan bi lîsteyekê hilbijartin pêk hat. Ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP’a Colemêrgê Zeynep Kaya û Nazmî Coşkun, ji bo rêveberiyê jî Kadîr Şahîn, Esmer Tekîn, Mîkaîl Erdal, Keskîn Erol, Sîpan Turan, Ayhan Sakli, Serhat Duman û Halîl Gur hatin hilbijartin.