AMED - Li Amedê hezaran kes bi diruşma “Kûjer Hîzbûllah hevkar AKP meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Em ê destûrê nedin bûyerên nû yên Narînan.”
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guranê, di nava kîs de, nav ava çem de hate dîtin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rewşê protesto bikin, meş li dar xistin. Ji bo meşê li pêşiya avahiyê DBP’a Amedê sedan kes kom bûn. Girseya Wêneyên Narînê girtiye destê xwe ber bi Qada Şêx Seîd ve dimeşe.
HEZARAN KES MEŞIYAN
Li pêşiya avahiyê DPB’a Amedê ya li Oryila navçeya Rezan a Amedê, hezaran kes kom bû û meş li dar xistin. Hevserokên Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Cengîz Çîçek, Parlamenterên DEM Partiyê, Heserokên rêxistinên navend û navçeyan yên DEM Partiyê, hevşaredar, alîgirên Amedsporê û hezaran kes tev li meşê bûn. Di meşê de li dijî barikata polîsan diruşmên “Narin zaroka gelê me ye” û “Ne ji gel re, ji kujeran re barikat” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Kuştina zarokan politik e!” û “Destên xwe ji ser zarokan bikşînin!” hatin vekirin, dovîzên li ser “Ji bo Narînê edalet” hatin hilgirtin.
‘KUJER HÎZBÛLLAH HEVKAR AKP’
Bi vekişîna barîkatên polîsan, girse ber bi Parka Koşûyolûye ve meşiya û dirûşmên “Narin zarok e kujerê wê dewlet e”, “Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP” berz kir. Di van kêliyan de polîsan AKP’ê wek saziyekî dewletê pênase kir û hişyariya “Saziyên dewletê biçûk nexin” kir. Girse bertek nîşanî polîsan da û guh neda hişyariyan.
Polîsan dema gefa ava şid li gelê ku rê girtiye xwar gel vê yekê bi çepikan protesto kir. Bi vê yekê re TOMA li pêşiya girseyê rabû û girse li pêşiya Bîrdariya Marê Mirovan kom bû. Dema ku kesên li pêşiya AZC Plazayê kom bûbûn nehatin, girse bi deqeyan çalakiya rûnişinê li dar xist. Di vê navberê de jî dirûşmên “Destên li Narînê dirêj bûne bişkên” hate berzkirin.
LI PÊŞIYA AZC’Ê SEDAN KES KOM BÛN
Di pêşengtiya Komîsyona Mafê Zarokan a Amedê, Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê, endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) de sedan kes bi daxwaza “Ji bo Narînê edalet” li pêşiya AZC Plazaya li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîrê kom bû. Girse pankarta “Em bang li dewletê dikin: Neparêze, pak neke, bidarizîne. Em hesabê dipirsin” hilgirt. Bi destûr nedana polîsan, girse dirûşma “Ji kûjeran re barikat” berz kirin û çepikan polis protesto kirin.
Bi astengkirina polîsan welatiyek ji şaneşîna mala xwe wiha bertek nîşan da: “Faîlên Narînê bibînin. em ji bo Narînê edaletê dixwazin.”
PANKARTA WÊNEYA NARÎNÊ SER PERÇE KIRIN
Polîsan pêşî li girseya wêneyên Narînê hilgirtiye û xwestiye bimeşe, girtin. Pankarta ku wêneyê Narîn li ser hate parçekirin û polîsan bi xaza îsotê êrişî girseyê kir. Girse êrişê bi çepik û fîtikan polis protesto kir. Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Li şûna me, kujeran dorpêç bikin.”
BI PARKARTA HATIYE PERÇEKIRIN MEŞIYAN
Girse bi pankarta hatiye perçekirin ber bi barikata polîsan ve li ber xwe da û bi diruşma “Ji bo Narînê, ji bo her kesê edalet” berteka xwe domand û sekinîna xwe ya li pêşiya barîkatan jî dawî nekir. Polîsan dîtin ku girse bi biryar e, neçar man ku destûrê bidin girseyê. Girse bi dirûşmên “Ji bo Narînê, ji bo her kesê edalet”, “Amed ranezê, xwedî li Narînê derkeve”, “Ne ji gel re, ji kujeran re barikat” û “Neparêze, pak neke, demildest îro bidarizîne” berz kir û ber bi Parka Koşûyolûyê re meşiya. Gelek welatiyên ku ji riyê bi erebeyên xwe derbas bûne bi korneyan piştgirî dan çalakgeran. Ji 7 saliyê heya 70 saliya xwe gelek welatî tev li meşê bûn.
‘EM EDALETA ZILAM PROTESTO DIKIN’
Bi hatina girseya Ofîsê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî hate dayîn. Li vir ewil Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen axivî û wiha got: “Em bi rojan e, li van deran li benda agahiyekî derbarê Narînê de bûn û mixabin me agahiya mirina wê girt. Lewma em ji bo bêhtir Narin nemirin li vê derê ne. Ev 20 rojên lêgerîn hatine kirin, ji bo veşartina kujerên Narînê bûn. Lêgerin ji bo parastina kujeran û tunekirina delîlan bû. Ji ber vê yekê em ji bo protestokirina edaleta zilam li vê derê ne.”
‘FAÎL HATIN PARASTIN’
Li ser navê saziyên jinan û zarokan daxuyanî bi kurdî endama Weqfa Alîkariyê ya Koç û Mirovan Eylem Kaya, tirkiya wê jî Seroka Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me bi xemgînî û hêrseke mezin zanî ku cenazeyê Narîn Gûran a 8 salî ku ji 21’ê Tebaxê ve agahî jê nayê girtin, hat dîtin. Em dîsa bi serhildan û şîna xwe li vir in.
Spekulasyonên di medyayê de yên derbarê vê bûyerê de, ku ji roja ewil ve em dişopînin, nehiştina van bûyeran, piştî çend rojan girtina nimûneya DNA ji otomobîlekê an jî lêkolînên HTS, daxuyaniyên ji hev cûda, biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de hatiye girtin, qedexeyên weşanê, bi zanebûn bandora hin hêzên di nava dewletê de di vê pêvajoyê de nîşanî me dide ku ji bo parastina van kiryaran gavan diavêje. Ji xwe piştî çend rojan cenazeyê Narînê li nêzî mala wê hate dîtin Ev tişt vê rewşê piştrast dike.”
‘EM Ê ŞOPDARÊ DOSYAYÊ BIN’
Di berdewama daxuyaniyê de jî ev tişt hatin gotin: “Em weke sazî û aktîvîstên di warê mafên zarokan de dixebitin, mirina Narînê ji polîtîkayên hikûmetê yên li dijî zarokan cuda nabînin. Em dizanin ku ev polîtîkayên hikûmetê hêz dide sûcdaran. Em naxwazin di vê pergala nefreta zarokan de, ku tê de tedbîrên parastina zarokan nayên bicihanîn, kujerên zarokan bi bêcezatiyê têne parastin, li wir hewldanên pêşîlêgirtina tundiya li dijî zarokan nayên kirin û di warê de destkeftî de neyên kirin de, zarokek din wenda nekin.
Li Tirkiyeyê rojane bi giştî 32 zarok winda dibin, lê aqûbeta van zarokan nayê lêkolînkirin. Bi parvekirina daneyên zarokên wenda yên 8 salên dawî re jî, TUIK erka xwe ya eşkerekirina daneyan pêk nayîne, xwe ji berpirsyariyê dûr dixe û dibe kirdarê van mirinan. Dewletên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî qebûl dikin ku her zarok xwediyê mafê bingehîn ê jiyanê ye. Dewletên Peymandar divê çi ji destê wan tê bikin da ku zarok neyên kuştin. Xebatên parastina zarokan ne dema ku mafên zarokan tên binpêkirin, beriya ku ev binpêkirin çêbibin divê bên kirin. Lê mixabin dewleta Tirk li hember zextên ku dema mafên zarokan tên binpêkirin, zarok winda dibin an jî zarok jiyana xwe ji dest didin zêde dibe reaksîyoneke tavilê, bêfonksîyonel û demkî.
Em dixwazin bidin zanîn ku Narîn Güran ne zaroka yekem e ku bi vî awayî jiyana xwe ji dest daye. Em dizanin ku li pişt Muslime Yagal, Leyla Akdemir û gelek buyeren din çîrokên bi vî rengî hene. Ger piştî kuştina van zarokan tedbîrên pêwîst ên pêşîgirtin û parastinê bihatana girtin, wê îro Narîn sax bûya.
Em bi raya giştî re soz didin ku em ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî zarokan têkoşîna xwe bidomînin, da ku ji bo zarokan cîhanek baş û bi ewle ava bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo tespîtkirina sûcdarên Narînê em ê dosyayê bişopînin. Ew dê cezayê ku heq dikin bistînin.”
HATÛN: WE ÇEMÊ DÎCLEYÊ QÛT KIR?
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku hem xemgîn in hem jî bi hêrs in. Hatûn, da zanîn ku nayê qebûlkirin ku zarok di nava malbatê de bên kuştin û wiha got: “Ji bo ku em xwedî li zarokên xwe dernektin, xwedî li civaka xwe derneketin civaka me têk çûye. Em di serî de ji civaka xwe re dibêjin; em ji vê têkçûnê derkevin. Em xwedî li zarokên xwe derkevin, ji bo jiyaneke bi hev re polîtîk û exlaqî xwedî li mirovan, li jinan li mafên xwezayê derkevin. Heke em ê her roj zarokeke weke Narînê winda bikin. Ev dewlet jî qanûn jî zarokan jinan naparêze. Madem qanûn xwedî dernakevin, divê em xwedî derkevin. Îro 19 roj in li Amedê zarokek winda bûye. Hemû cenderme, polîs, AFAD, şaredarî em di bin vê lêgerînê de man. Em li ser navê şaredariyê lêborînê dixwazin. Em bang li dewletê jî dikin; ‘We Çemê Dîcleyê qût kir? We hemû leşker û polîs şandin. We li wir çi parast?’ Ne ol ne jî siyaseta zarokî heye, zarok zarok e. Bi destê kê hatibe kuştin zarok e. Divê hûn xwedî li zarokan û civakê derkevin. We kesên ku Narîn qetil kirin parastin. Ji ATK’ê agahiyek hat. Weke ku Narîn îro nehatiye kuştin. Divê hûn hemû rastiyan ji gelan re bibêjin. Agahiyekê bidin vî gelî. Em dipirsin ku ev bûyer çawa çêbû.”
‘BILA HESAB WERE PIRSÎN’
Hatûn, got ku “Divê em xwedî li zarok û civaka xwe derkevin” ev tişt gotin: “Ev bar ne tenê yê me ye, yê me hemûyan e. Divê dozger guh bide me. Em bawer in ku zarokên dozger jî yê walî jî hene. Dozger divê hesabê ji kesên peywîra bi cih neanî bipirse. Walî divê tu jî ji kesên ku 19 roj in peywîra bi cih neanîne bipirsin. Divê em van bûyerên qirêj ji holê rakin.”
ÛÇAR: HÎZBÛLKONTRA VALA NASEKINE
Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û wiha got: “19 rojan rayedarên dewletê çi kirin. Çapemeniya alîgir kirin magazîn. Fermandarê cendermeyan got ‘em nêz bûn’. Dema em hatin vir gelê me dirûşmeke dîrokî berz kir. Got ‘Kujer Hîzbûlah’. Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî ji bo Hîzbûlahê got ‘Em ê piştî 10 salan jê encamekê bigirin’ Ji wê rojê ve Hîzbûlkontra vala nasekine. Em ê bi rik li dijî kesên ku dixwazin têkoşîn, nirxên gelê kurd parçe bikin bi hev re têbikoşin. Em ê desturê nedin Narînên nû.”
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşma “Neparêze, dernexîne paqijiyê faîlan bigire” berz kir.