STENBOL - Di serdema ewil a Donald Drump de di navbera Tirkiye û DYA’yê de gelek krîzên mezin qewimîn. Têkiliyên di serdema duyemîn de tên mereqkirin.
Di hilbijartina 5’ê mijdarê de xelkê DYA’yê namzetê Partiya Komarparêzan Donald Trump weke serokê xwe yê nû hilbijart. Trump, bû serokê 47’emîn ê DYA’yê. Bi serokatiya Trump re yek ji mijara herî zêde tê mereqkirin jî polîtîkayên wî yên li dijî Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de me pirsgirêk û bûyerên di serdema serokatiya Trump a yekemîn anku di navbera 2017-2021’ê de dane ber hev.
KRÎZA S-400’Ê
Di sala ewil a serokatiya Trump de krîza girîng a ewil a bi Tirkiyeyê re di sala 2017’an de rû da. Tirkiye endama NATO’yê ye û pergala parastinê ya hewayî S-400’ê ya Rûsyayê kirî. DYA’yê got ku S-400 ne li gorî pergala Rêxistina Peymana Atlantîkê (NATO) ne û pergala rûsan ji bo balafirên şer ên F-35’ê yên DYA’yê û teknolojiyên hesas xetere ne. Rêveberiya Trump ji ber kirîna pergala S-400’ê gef li Tirkiyeyê xwar ku ji bernameya F-35’ê derxîne. Di 17’ê tîrmeha 2019’an de jî ji bernameyê derxist. Trump, di çarçoveya CAATSA’yê de mueyîde li Tirkiyeyê ferz kir. Van mueyîdeyan rê li ber krîzên mezin ên aborî û pîşesaziyê ya Tirkiyeyê vekir. Vê krîzê di têkiliyên DYA-Tirkiyeyê de rê li ber rageşiyên mezin ên leşkerî û dîplomatîk vekir. Weke krîza ewil jî di dîrokê de cih girt.
KRÎZA KEŞE BRUNSON
Krîza din jî krîza Keşe Andrew Brunson bû ku di çarçoveya lêpirsîna hewldana darbeyê ya sala 2016’an de qewimî bû. Bi îdiayên “sîxûrtî” û “alîkariya bi rêxistinan re” doz hate vekirin. Hat îdiakirin ku têkiliyên Brunson bi "FETO"yê re heye û di cotmeha 2016’an de hate girtin. DYA’yê girtina Brunson bi tundî şermezar kir. Rêveberiya Trump xwest Brunson were berdan û Trump bi Erdogan re hevdîtin kir. DYA’yê di sala 2018’an de ji bo berdana Brunson çendek zextên dîplomatîk kir. Tirkiye jî bi hinceta pêvajoya darazî ev daxwaz vehêland. Di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê daxwaza “pevguhertinê” kir. Erdogan xwest ku li beramberî Brunson, DYA jî karsaz Reza Zarrab û Fethullah Gulen radest bike. Lê DYA’yê ev daxwaz red kir.
Keşe Brunson, di 12’ê cotmeha 2018’an de bêyî tevdîreke edlî ya qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. Brunson, li Qesra Spî hate pêşwazîkirin. Krîza Brunson ji hêla têkiliyên aborî û siyasî yên DYA-Tirkiyeyê ve bû qonaxeke girîng. Trump bi rêbaza zextên aborî û dîplomatîk encam bi dest xist. Mueyîdeyên wê demê hêj jî bandorê li Tirkiyeyê dikin.
Polîtîkaya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Trump ji rêveberiya berê dewr girtibû, Tirkiyeyê her tim ji xwe re weke gefek dît. Lê rêveberiya Trump Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) weke hêzeke herêmî ya li dijî DAIŞ’ê têdikoşe e nirxand. Tirkiyeyê di 20’ê çileya 2018’an de li dijî Efrînê “Tevgera Şaxê Zeytûnê” da destpêkirin û di 18’ê adara 2018’an de tevî komên paramîlîter Efrîn dagir kir. Bîlançoya êrişan giran bû. Li gorî daneyên NY’ê; nêzî 100 hezar kes koçber bûn. Trump di êrişên li dijî Efrînê de piştgiriyeke yekser an jî helwestekî dijber nîşan nade. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê banga “îtîdalê’ li her du aliyan kir.
NAMEYA TRUMP JI ERDOGAN RE ŞANDÎ: BÛDELA NEBE!
Di êrişên li dijî Efrînê de DYA helwestek nîşan neda û vê jî cisaret da Tirkiyeyê ku bêhtir êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Dewleta tirk êrişa duyemîn jî di 9’ê cotmeha 2019’an de bi navê “Tevgera Kaniya Aştiyê” li dijî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Êriş 9 rojan domiya. Di êrişan de dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anî û sivîl qetil kir. Vê jî di raya giştî ya cîhanê de rê li ber bertekên cidî vekir û li ser dewleta tirk zext çêbû. Rêveberiya Trump li dijî êrişan bêdeng dima lê ji ber zextên raya giştî ya Amerîkayê, neçar ma ku helwestekê nîşan bide. Trump êdî neçar ma ji Erdogan re nameyekê bişîne. Trump, di nameya xwe de ji Erdogan re wiha digot: “Heke hûn vî karî rast û însanî bikin dê dîrok jî we baş binivîse. Heke tiştên baş çênebin dê heta dawiyê weke şeytan werî zanîn. Weke ku zilamê hişk bî tevnegere. Bûdelatiyê neke! Ez ê paşê li te bigerim.”
NÎQAŞA LI SER ‘QIRKIRINA ERMENAN’
Di heman demê de “Qirkirina Ermenan” ku Tirkiye înkar dike di navbera DYA û Tirkiyeyê de bû sedema pirsgirêkên dîplomatîk. Meclisa Nûneran û Senatoya DYA’yê di sala 2019’an de du biryarên ku Qirkirina Ermenan a sala 1915’ê weke “qirkirin” dibîne, qebûl kirin. Tirkiyeyê ev biryar weke “berevajîkirina rastiyên dîrokî” nirxand. Rêveberiya Trump ev biryara kongreyê bi awayekî fermî nas nekir û Qirkirina Ermenan weke “Karesata Mezin” nirxand. Biryara kongreyê bandoreke neyînî li ser têkiliyên DYA-Tirkiyeyê kir. Heman krîz di serdema rêveberiya Joe Biden de jî berdewam kir. Joe Biden di 24’ê nîsana 2021’ê de peyva “qirkirinê” bi kar anî û polîtîkayeke cuda şopand.
ENCAM: ŞOPÊN MAYINDE LI PEY XWE HIŞT
Krîzên di serdema ewil a Trump de bandoreke mezin li ser têkiliyên her du welatan kir û şopên mayinde hişt. Krîza S-400’an, krîza Keşe Brunson, polîtîkayên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nîqaşên têkildarî Qirkirina Ermenan de bûn sedema sereke yên pirsgirêkên siyasî û dîplomatîk ên di navbera her du welatan de.
Di halê hazir de şerê Rûsya-Ûkraynayê, şerê Îsraîl-Filistînê, pevçûnên bi Hîzbullahê re û geşedanên cur bi cur hene. Dema ev geşedan diqewimin tê mereqkirin bê ka têkiliyên DYA-Tirkiyeyê yên di serdema duyemîn a Trump de çawa bin.
MA / Ferdî Bayram