AMED - Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut ji bo mitînga 16’ê mijdarê ya li Kolnê bang kir û got ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna wan bidome.
Di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê li 74 welatan bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatibû destpêkirin. Çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya kampanyayê de didomin. Kampanyayê salek li pey xwe hişt û di çarçoveya qonaxa duyemîn de çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Gelê kurd û dostên wan ên li Almanyayê jî dê li Kolnê mitîngeke mezin li dar bixin.
Hevseroka Kongreya Civaka Kurd a Demokatîk a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, ji bo mitînga di 16’ê mijdarê de banga tevlibûnê kir.
‘JI BO ÇARESERIYEKE MAYINDE DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Zumrut, bal kişand ser hevdîtina dawî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re û wiha got: “Lê vê hevdîtinê tecrîd bi dawî nekir. Tecrîd û îzolasyoneke giran a 26 sal in didome heye. Li dijî îradeya gelê kurd weke amûra êrişê tê bikaranîn. Pergala Îmraliyê bûye sembola bêhiqûqî û bêedaletiyê. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd, her wiha sembola aştî û çareseriyê. Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya meseleya kurd, ji bo hemû gelan bûye hêvî. Heke qala çareseriyeke mayinde were kirin, rêya vê azadiya Rêber Apo ye. Heta azadiya wî ya fîzîkî çênebe, dê rakirina tecrîdê nebe çareserî. Gelê kurd, gelekî polîtîk e. Heta dengê Rêber Apo nebihîse dê çareseriyeke mayinde qebûl neke.”
RÊYA XELASIYA JI KRÎZAN
Zumrut, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn şerê berjewendiyan ê hêzên mezin heye. Kurd dîsa hedef tên girtin. Şerê Îsraîl-Filistînê, mudaxileyeke îxtîmalî yê li dijî Îranê tevek jî parçekeke şerê heyî ye. Her kes dizane ku heta gelê kurd nebe ev şer çareser nabe. Bi Şoreşa Rojava re îradeya jiyanê ya kurdan xurt bû. Lê belê zextên Tirkiyeyê li şûna çareseriyê, şer sor dike. Îktîdara AKP-MHP’ê li hundir û derve pir tengijiye. Hewl dide bi şerê li dijî kurdan xwe li ser pêyan bigire. Lê heta meseleya kurd çareser nebe dê nekarin xwe xelas bikin.”
DÊ LI EWROPAYÊ PEYAMÊ BIDIN
Zumrut, da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî de li gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Di 16’ê mijdarê de dê bi sedhezaran kes di mitîngê de li dijî tecrîd li qadan bin. Em ê di 16’ê mijdarê de li bajarê Almanyayê Kolnê mitîngeke mezin li dar bixin. Ji bo mitîngeke xurt be em xebatên xwe didomînin. Em ê di mitîngê de peyamê bidin Ewropa û Tirkiyeyê. Em bibiryar in ku tecrîdê li Ewropayê bidin şikandin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk tê dê têkoşîna me bidome. Em bang li tevahiya kurdan û dosên wan dikin ku tev li mitîngê bibin.”
MA/ Delal Akyuz