Jinên HDP'î: Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê
- jin
- 09:23 15/1/2018
Jinên Çukurovayî, diyar kirin ku dê mohra xwe li 3’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê bidin û wiha gotin: “Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê.”
Jinên Çukurovayî, diyar kirin ku dê mohra xwe li 3’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê bidin û wiha gotin: “Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê.”
Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Duysal Karataş, diyar kir ku ew ê ji bo yekitiya neteweyî hem di asta herêmî û hem jî di ya giştî de civînan pêk bînin û wiha got: "Qedera me, êşa me û jana me yek e. Werin em bi hev re tev bigerin."
Yek ji girtiyên Girtîgeha Mamakê ya di serdema 12'ê Îlonê de li dijî pergala "Cilên Yek Tîpî" di ber xwe da Sema Yîgît, diyar kir ku çawa wê demê girtiyan li ber xwe dan, dê îro jî li ber xwe bidin. Yîgît xwest ji hêza xwe bawer bibin.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, diyar kir ku dê bi pêşengtiya jinan pêşiya faşizma desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze li Tirkiyeyê gav bi gav pêş bixe, bigirin û wiha got: “Dê bi pêşengtiya jinan ber bi azadiyê ve bimeşin.”
1’emîn Konferansa Jîneolojiyê ya li Rojava/Bakurê Sûriyeyê didome. Jinên beşdarî konferansê bûn, der barê konferasnê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê dê bibe hêviya azadiya hemû reng û baweriyên cuda yên gelan.”
Yekemîn Konferansa Jineolojî, bi tevlêbûna sedan jinan di roja duyemîn de berdewam dike.
Konseya Bajêr a Îzmîrê, ji bo di warê mafên mirovan, riyên parastinê yên li hemberî şidetê û gelek mijarên din de perwerdehiyê bide "Bernameya Perwerdehiyê ya Mafên Mirovan a Jinê" da destpêkirin. Yek ji rêvebira bernameyê Kizbes Seyhan Aydin, got ku ev bername bernameyeke kolektîf e û hemû jin hevdu perwerde dikin.
1’emîn Konferansa Jineolojiyê bi dirûşma “Jineolojî rastiya civakê, bi xwezaya jinê ronî dike” li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di konfederasyonê de got: "Divê jin êdî zincîrên koletiyê bişkîn in."
Seroka Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsûrê ya bi KHK'ê hat girtin Suna Ateş, diyar kir ku divê jin li her qadê bitêkoşin û ev tişt gotin: "Ji bo me her qad, her mal û her kargeh cihê parastinê ye. Li hemberî me hişmendiyeke divê bi têkoşînê bê rûxandin heye."
Jinên Wanî bertek nîşanî kampanya "otobusên pembe" dan. Jinan diyar kirin ku bi vê kampanyayê dixwazin jinan ji ciakê dûr bixin û tacîz û îstîsmarkaran biparêzin. Jinan anîn ziman ku dê heta dawî li dijî vê kampanyayê têbikoşin.
Jinên KESK'î diyar kirin ku Diyanet bi daxuyanî û xebatên xwe îstismara zarokan, tecawiz û tacîzê rewa dike û bal kişand ser kampanyaya "Em otobusên pembe dixwazin." Jinan destnîşan kir ku koma mêran a ev kampanya daye destpêkirin cudakariyê bi pêş dixe.
Jinên Bakurê Sûriye dê di 12 û 13’ê Çile de konferansa Jîneolojî li dar bixin. Amadekariyên konferansê bi dawî bûn.
Parêzer Ceren Şîmşek "pergala navbeynkariyê" ya pêvajoya hev du veqatandinê nirxand û ev tişt got: "Dê ev pêkanîn bi taybetî di dema hev du veqetandinê de, herî zêde di warê madî de ku jin zehmetiyan dikişînin, dê di elehê jinan de bi encam bibe."
Bertekên jinan ên li hemberî daxuyanî û pênaseyên Diyanetê yên der barê zewicandina di temenên zarokatiyê de didomin. Jinan wiha pirsî: "Wê zarok çawa di vî temenî de bizewicin."
Ji 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Jinên kurd diyar kirin ku mîrasên têkoşînê ji Sakîne Cansiz girtine û dê têkoşîna wê bidomînin.