Konferansa Jineolojî didome

  • jin
  • 11:14 13 Çile 2018
  • |
img

QAMIŞLO – Yekemîn Konferansa Jineolojî, bi tevlêbûna sedan jinan di roja duyemîn de berdewam dike. 

Konferansa li Navenda Çand û Huner a Dîcle ya bajarê Dêrikê hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de didome. Konferans bi tevlêbûna sedan jinên ji herêmên Cizîrê, Firat, Efrînê, Reqa, Heleb, Minbic, nûnerên RJAK, Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJE), Komeleya Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê û endamên rêxistinên Bakur û Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Li gorî bernameya konferansê, îro wê parçeyê duyemîn ji analîza sosyolojiya jin a Bakurê Sûriyeyê were xwendin û derbarê zanista jin (jineolojî) de gotûbêj werin kirin. Tê payîn ku îro rê û rêbazên pêşxistina xebat û çalakiyên jinên Bakurê Sûriyeyê li gorî ferasetên jineolojî werin nîqaşkirin û 
rêziknameya Akademiya Jineolojî were xwendin.