Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e

ÊLIH - Li Êlihê polîsan avêt ser mala Halîse T. û lawê kirin binçavan. Halîse T. diyar kir ku lawê bi tundiya polîsan re rû bi rû maye û dîmenê ku kişandiye jî bi gefxwarinê ji telefona wê hatiye paqijkirin. 

 
Polîsan li Êlihê di 10'ê cotmehê de avêt ser gelek malan û di serdegirtina malan de 2 jê zarok 3 kes kirin binçavan. Polîsan avêtin ser navnîşanên A.O. (16), A.T. (17) û Yusuf Mendeş (19) û hat diyarkirin ku dema polîsan van xortan kiriye binçavan tundiyê li wan kirin e. Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê û li vir tên ragirtin. Dayika A.T., Halîse T. tiştên ku di serdegirtinê de qewimîn vegot.
 
TUNDÎ Û HEQARET 
 
Halîse T. diyar kir ku polîsan bi şev saet 02.00’an avêtine ser mala wê, xwestine deriyê wan bişikînin û wiha got: “Dema min zingila derî bihîst ez derketim eywanê. Dema ez derketim derve, polîsên li jêr çek nîşan dan û gotin 'bikevin hundir'. Wê demê min lawê xwe şiyar kir û polîs hatin ber derî. Ji min xwestin ku ez derî vekim, min got 'temam’ lê li benda min nesekinîn û wan xwest derî bişkînin. Di vê navberê de min derî vekir û wan çek danî ser sînga min. Ji min xwestin ku ez li erdê xwe dirêj bikim. Min got hûn 30 mêr hatine, ez ê wek jinekê xwe li ber dirêj nekim. Li min xistin. Kurê min ê ku bû şahidê vê rewşê bertek nîşan da. Vê carê berê xwe dan kurê min. Ew avêtin erdê û dest bi lêdana wî kirin. Li kurê min ê biçûk pirsîn. Ew birin odeyê û avêtin erdê û bi pehînan lêdan. Çêr û heqaret li me kirin. Min xwe avêt ser kurê xwe û min xwest wî mihafize bikim. Vê carê hem li min hem jî li kurê min dan û tundiyê li me kirin. Rûyê kurê min di nava xwînê de mabû. Paşê ez ji odeyê derxistim. Hindik mabû kurê min bixeniqandina Min nizanibû ku ew çi dikin. Ez qîriyam û min ji wan re got bes e. Paşê destên kurê min li pişt wî girêdan û çoka wî danîn. Telefona wî xwestin, paşê şîfreya wê xwestin. Kurê min nexwest şîfreya xwe bide. Min ji wan re got hûn bêyî biryara dozger nikarin telefonê bigirin. Wan mal wêran kir û hin pirtûkên me desteser kirin." 
 
BI GEFXWARINÊ DÎMENÊN TUNDIYÊ JÊ BIRIN E 
 
Halîse T. da zanîn ku kêliya ku tundî li kurê wê hatiye kirin bi telefona xwe kişandiye û polîsan gefa, ‘heke tu wan dîmenan jê nebî, em ê îşkenceyê bidomînin’ lê xwarin e. Halîse T. anî ziman ku bi gefê dîmen ji telefonê wê birine û paşê dîsa îşkence li kurê wê kirine. Halîse T. diyar kir ku ew ê der barê polîsan de gilî bike û dê vê îşkenceyê qebûl neke.
 
PARÊZER DÊ GILÎ BIKE 
 
Parêzerê malbatê Akîf Akin jî diyar kir ku wî bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiriye û li ser laşê wî şûna lêdanê hebûye. Akin anî ziman ku ew ê rapora lêdanê bigirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bidin û gilî bikin û ew ê bikevin pey meseleya îşkenceya li miwekîlê wî hatiye kirin. 
 
MA / Fethî Balaman 

Sernavên din

12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin