Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e 2024-10-12 09:34:15 ÊLIH - Li Êlihê polîsan avêt ser mala Halîse T. û lawê kirin binçavan. Halîse T. diyar kir ku lawê bi tundiya polîsan re rû bi rû maye û dîmenê ku kişandiye jî bi gefxwarinê ji telefona wê hatiye paqijkirin.    Polîsan li Êlihê di 10'ê cotmehê de avêt ser gelek malan û di serdegirtina malan de 2 jê zarok 3 kes kirin binçavan. Polîsan avêtin ser navnîşanên A.O. (16), A.T. (17) û Yusuf Mendeş (19) û hat diyarkirin ku dema polîsan van xortan kiriye binçavan tundiyê li wan kirin e. Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê û li vir tên ragirtin. Dayika A.T., Halîse T. tiştên ku di serdegirtinê de qewimîn vegot.   TUNDÎ Û HEQARET    Halîse T. diyar kir ku polîsan bi şev saet 02.00’an avêtine ser mala wê, xwestine deriyê wan bişikînin û wiha got: “Dema min zingila derî bihîst ez derketim eywanê. Dema ez derketim derve, polîsên li jêr çek nîşan dan û gotin 'bikevin hundir'. Wê demê min lawê xwe şiyar kir û polîs hatin ber derî. Ji min xwestin ku ez derî vekim, min got 'temam’ lê li benda min nesekinîn û wan xwest derî bişkînin. Di vê navberê de min derî vekir û wan çek danî ser sînga min. Ji min xwestin ku ez li erdê xwe dirêj bikim. Min got hûn 30 mêr hatine, ez ê wek jinekê xwe li ber dirêj nekim. Li min xistin. Kurê min ê ku bû şahidê vê rewşê bertek nîşan da. Vê carê berê xwe dan kurê min. Ew avêtin erdê û dest bi lêdana wî kirin. Li kurê min ê biçûk pirsîn. Ew birin odeyê û avêtin erdê û bi pehînan lêdan. Çêr û heqaret li me kirin. Min xwe avêt ser kurê xwe û min xwest wî mihafize bikim. Vê carê hem li min hem jî li kurê min dan û tundiyê li me kirin. Rûyê kurê min di nava xwînê de mabû. Paşê ez ji odeyê derxistim. Hindik mabû kurê min bixeniqandina Min nizanibû ku ew çi dikin. Ez qîriyam û min ji wan re got bes e. Paşê destên kurê min li pişt wî girêdan û çoka wî danîn. Telefona wî xwestin, paşê şîfreya wê xwestin. Kurê min nexwest şîfreya xwe bide. Min ji wan re got hûn bêyî biryara dozger nikarin telefonê bigirin. Wan mal wêran kir û hin pirtûkên me desteser kirin."    BI GEFXWARINÊ DÎMENÊN TUNDIYÊ JÊ BIRIN E    Halîse T. da zanîn ku kêliya ku tundî li kurê wê hatiye kirin bi telefona xwe kişandiye û polîsan gefa, ‘heke tu wan dîmenan jê nebî, em ê îşkenceyê bidomînin’ lê xwarin e. Halîse T. anî ziman ku bi gefê dîmen ji telefonê wê birine û paşê dîsa îşkence li kurê wê kirine. Halîse T. diyar kir ku ew ê der barê polîsan de gilî bike û dê vê îşkenceyê qebûl neke.   PARÊZER DÊ GILÎ BIKE    Parêzerê malbatê Akîf Akin jî diyar kir ku wî bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiriye û li ser laşê wî şûna lêdanê hebûye. Akin anî ziman ku ew ê rapora lêdanê bigirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bidin û gilî bikin û ew ê bikevin pey meseleya îşkenceya li miwekîlê wî hatiye kirin.    MA / Fethî Balaman