Qewimînên li Iraqê, pêvajoya qanûna bingehîn û tesîra wê ya li ser Başûr...
- analîz
- 09:13 03/12/2019
Ji dîrokê heya niha desthilatdarî tu carî nebûye awayê rêveberiya civakê ya bi şêweya wekheviyê. Her tim hewl daye civakê bifetisîne û qanunên xwe bi awayekî yekreng û yekdeng bi rê ve bibe. Niha tiştên di hikumeta Iraqê de diqewimin jî heman tişt in. Desthilatdar, ji bo kursiya xwe de berpirsyariyên xwe yên ji bo gel pêk naynin. Ji bo berdewamiya hikmên xwe, bi her awayî hevkariyê bi hev re dikin.