AMED - Meclisa Jinên Karsaz a DTSO’yê û Lijneya Peyanerên Jin a TOBB’ê li Amedê “Komxebata di aboriyê de jin” li dar xistin. Di komxebatê de hate gotin ku rolgirtina jinan a di aboriyê de dê refaha civakê jî baştir bike.
Meclisa Jinên Karsaz a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Lijneya Peyanerên Jin a Yekitiya Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de “Komxebta di aboriyê de jin” li dar xist. Gelek jin beşdarî komxebata ku li avahiya DTSO'yê hat lidarxistin bûn.
Seroka Meclisa Jinên Karsaz a DTSO’yê Fîlîz Ekîngen ji ewil axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku ji aliyê aborî ve piştgiriya jinan bikin. Fîlîz Ekîngen, anî ziman ku jinan ji bo qada hilberîn-bazara xwe berfireh bikin bi saziyên din ên jinan ên li bajêr re piştgirî dane û wiha got: “Li hemû cîhanê newekheviya derfetan heye. Em dixwazin vê rastiyê biguherînin."
‘DIVÊ JIN DI ABORIYÊ DE CIH BIGIRIN’
Seroka Lijneya Peyanerên Jin a TOBB'ê Cevher Defne Eyûbî jî diyar kir ku tevlibûna jinan a di jiyana aborî de, ji zêdekirina xweseriya aborî ya takekesî wêdetir, di warê pêşketina herêmê, wekheviya civakî û mezinbûna domdar de xwedî girîngiyeke krîtîk e. Cevher Defne Eyyûbî, got ku zehmetiyên ku jin di gihandina fînansê de rû bi rû dimînin, newekheviya zayendî, zehmetiyên beşdarbûna mekanîzmayên biryargirtinê û pirsgirêkên hevsengiya kar û jiyana taybet nahêle ku ev potansiyel bi tevahî were fêhmkirin.
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya jî ev tişt anî ziman: “Dema ku em îro li vê eywana atolyeyê dinêrin, em dibînin ku di warê tevlibûnê de bernameyeke baş e. Em nikarin vê pir baş bi ser bixin. Lê dema em dibînin ku jin dikarin vê bi ser bixin, em gelekî kêfxweş dibin. Berî hejmara endamên jin 450 bû, piştî ku Meclisa Jinên Karsaz hat avakirin ev hejmar derket 5 hezarî.”
GIRÎNGIYA HEVGIRTINA JINAN
Seroka Meclisa DTSO'yê Nevîn Îl jî wiha got: “Em di her aliyê jiyanê de profîla kedxwariyê xêz dikin. Em dizanin ku karê me yê zêdetir heye. Li cihên ku em lê nayên temsîlkirin û polîtîkayên ku xizaniyê diafirîne û li jiyanê belav dibe, temsîliyeta jinan hema bêje tune ye. Ev ji nîşanî me dide ku hevgirtina jinan çiqas girîng e. Divê em ji bîr nekin ku hevgirtina ku dê bibe sedema guhertina van polîtîkayan, xala yekem a pêwîst e.”
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Diyarbekirê Engîn Yeşîl jî diyar kir ku gelek faktor hene ku bandorê li ser tevlibûna jinan a kar dikin û destnîşan kir ku ev faktorên wekî pîvanên çandî û civakî, asta perwerdehiyê, gihandina derfetên kar, gihandina xizmetên lênêrîna zarokan jî hene û anî ziman ku zêdekirina beşdariya jinan di nava kar de gelek avantajan bi xwere tîne. Engîn Yeşîl, anî ziman ku tevlêbûna jinan a di nava hêza kar de dibe alîkar ku mezinbûna aborî û refahê li tevahiya welat zêde bibe.
‘JIN PIR ZÊDE TÊKOŞIYAN’
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar jî wiha got: “Em jin ji hev îlhamê digirin û di her karê ku em bi hev re dikin de motîvasyona xwe zêde dikin. Piştî polîtîkayên ku jin bi tevahî ji jiyanê tên dûrxistin, di warê tevlêbûna jinan a di qada giştî de pirsgirêkên cidî derdikevin. Salên derbasbûyî têkoşîna jinê û çanda berxwedanê derket holê. Di sedsala ku em tê de ne, pirsgirêkên ku hewl didin destkeftiyên jinan pûç bikin hene. Polîtîkayên ku keda jinê ji nedîtî ve tê, yek ji komkujiyên herî mezin e. Jinan di sedsala dawî de gelek têkoşîn da. Li Herêma Kurdistanê ji salên 1990’î û vir ve li dijî îstîsmara jinan xeta têkoşînê heye. Bi destkeftiyên ku bi dest xistine, gelek jin bi berxwedan û hewldana xwe karîbûn gotina xwe ava bibêjin.”
Piştî axaftinan, bi sernavê “Li Tirkiye û herêmê rewşa heyî ya tevlêbûna jinan a di aboriyê de” danasîn hate destpêkirin.