Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne
- aborî-ked
- 10:22 26/1/2022
Hevserokê Şaxa TUM BEL – SEN a Amedê Mehmet Candar da zanîn ku ji ber zext û îxracan hejmara endamên wan ji hezar û 480 kesan daketiye 456 kesan. Candar diyar kir ku sedema vê jî qeyûm in û ew dê li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin.