RIHA - Li Taxa Karaalî ya Rihayê, endezyarê çandiniyê Mûstafa Keskîner ku di seravaniya jeotermalê de dixebite, diyar kir ku torbeya gubreyê ku par bi 90 TL'yî bû niha bûye 330 TL û yê bi 270 TL'yî bû niha bûye hezar û 200 TL û got: "Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe."
Li Taxa Karaalî ya Rihayê, hilberînerên ku bi enerjiya jeptermalê hilberîneriyê dikin, ji ber bihabûna fiyetên gubre, derman û yovan zehmtiyê dikişînin. Di serayên ku li qada 435 dekarî hatine çêkirin firingî, îsot û berên cur bi cur tên hilberandin.
‘AVANTAJ Û DEZAVANTAJÊN WÊ'
Li Taxa Karaaliyê endezyarê çandiniyê Mûstafa Keskîner li qadeke 43 dekarî di serayên jeotermalê de firingiyan hildiberîne. Keskîner behsa çandiniya bêax, serevanaiya jeotermalê kir.
Keskîner, destnîşan kir ku li herêmê her diçe çandiniya bêax zêdetir dibe û bal kişand ser avantaj û dezavantajên wê. Keskîner, anî ziman ku nêzî 4 sal in di sereya jeotermalê de endezyariyê dike û got: "Em di hundirê qalikên gûzên hindistanê datînin. Avantajên wê hene; nexweşiyên ji ber axê kêm dibin. Berdarî zêde ye. AVdanî di destê me de ye, em çi qasî bidin em ê bidin. Em her tiştê nebatê dibînin. Ax, ziyan nabe."
‘DI HER DEMSALÊ DE NABE'
Keskîner, diyar kir ku di seravaniya jeotermalê de maliyeta germkirinê pir zêde ye û got: "Em ava germ ji bin erdê derdixin. Ew ava germ a ku em bi qasî kîlometreyekê ji binî erdê derdixin, em wê li nav serayê digerînin. Maliyeta vê pir zêde ye. Ji xeynî vê karkeriya wê jî wisa ye. Car heye nebat bi qasî 13 metreyan bilind dibe. Kesaxtina wê jî zehmet e."
Keskîner, bilêv kir ku li Rihayê serevaniya jeotermalê her sal nayê kirin û got: "Em şitilên wan di meha Mijdarê de datînin. Beriya wê ji ber ku dinya germ e, di warê zîldayinê de pirsgirêk rû didin. Havînan jî mêşên spî dibin mesele. Havînê rûtûbet jî zêde ye. Li vira hilberînerî 3 mehan didome. Yanî heya firingiyek ji serayê tê ser sifreyê 3 meh derbas dibe. Em di vî 3 mehî de nêzî 24 caran paleyiyê dikin. Her şitilek 24 goşî firingî dide. Em rojê 5-6 caran wan ev didin. Her avdanî 5-6 deqeyan didome. Ger neyên avdan, dê hişk bibin. Gava avdanî diqede divê em wan bipîvin."
'BERÊ 90 TL BÛ, NIHA 330 TL YE'
Keskîner, da zanîn ku ji sala 2012'an ve li herêmê çandiniya bêax tm kirin. Keskîner, diyar kir ku seravaniya jeotermal ji bo çandiniyê pir îdeal e, lê belê pêldariya di kûra dowîzan de bandorek nebaş ki wan dike. Keskîner got: "Guberyê di Çileya 2021'ê de bi 90 TL'yî bû, niha bûye 330 TL. Gubreyê ku min bi 270 TL'yî distend niha b»ye hezar û 200 TL. Dermanê bi 200 TL'Yî niha bûye hezar û 100 TL. Em jî kîloya firingiyan bi 4-5 TL'yan difiroşin."
‘EM NEÇÎNIN ÇÊTIR E'
Keskîner, diyar kir ku serayên li herêmê ji bo welatiyan çavkaniya îstihdamê ne û got: "Di serayan de 30-40 kes dixebitin. Nan dibin mala xwe. Li vira ji barkirinê heya bazaran îstihdamek heye. Ger hilberînerî tune be, dê bi hezaran mirov betal bimînin."
Keskîner, destnîşan kir ku li Rihayê pirsgirêka peydakirina bazarê heye û got: "Hilberîner tune be, xerîdar jî tune ye. Ger piştgiriya hilberîner neyê kirin, dê çandinî nemîne. Me îsal çand, lê ger fiyet bi vî awayî dewam bikin em ê sala bê hilberîneriyê nekin. Em niha tiştekîq ezenc nakin. Em di rojekê de bi qasî 6 hezra TL'yî gubre xerc dikin û 6 caran avdaniyê dikin. Êdî em hew gubreyê baş didin wan. Em yê qalîteya wan kêm didin. Û ev gubre jî zirarê didin koka nebatrê, berdariyê kêm dike. Tew em gubreyê bêqalîte jî bi zorê peyda dikin. Em çandiniyeke bê ax dikin, lê em nikarin çandiniya bê gubre bikin. Rayedar divê pêşî li ber vê bigirin û piştgiriya me bikin. Gava dolar zêde dibe, rojane fiyetê gubre jî biha dibe. Lê gava dolar 5 TL'Yan kêm dibe, fiyetê gubre kêm nabe. Niha fiyetê beran pir biha ye. Ger wisa bidome dê zêdetir bibe. Pereyê ku hikberîner pê tonek gubre dikire û ji bo donimek erd xerc dike, hema bibêje eynî ye. Em çandiniyê nekin em ê nexisirin."
MA / Emrûllah Acar