Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
- aborî-ked
- 21:31 28/3/2022
Li Rihayê karkerê montajê Sedat Aslan ê ji ser banê fabrîkeyekê ket, jiyana xwe ji dest da.
Li Rihayê karkerê montajê Sedat Aslan ê ji ser banê fabrîkeyekê ket, jiyana xwe ji dest da.
Karkerên înşeatê yên bandor ji krîza aborî digirin, heqdesta wan a 9 saetan 150 TL ye. Karkeran bilêv kir ku bi salan e heqdesta wan wiha ye û bal kişandin ser têkoşîna rêxistinbûyî.
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku daxwazên ku pêşkeşî meclisê kiribûn hatine redkirin û wiha got: “Bi tunehesibandina demokrasiyê re kesek nikare jiyaneke mirovane bîne vî welatî. Heke demokrasî nebe, tenduristî jî nabe.”
Cîgira Hevserokên HDP’ê yên Giştî ya ji Komîsyona Kedê berpirsyar Şaziye Kose diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên karkerên bi pergala esnaf-kurye dixebitin dijîn ji holê bên rakirin, teklîfa qanûnê dan Meclîsê û xwest ku binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin.
Xelkê Rihayê ji bo ku birinc, lobî û nîskên erzan ku TMO’yê difirot bikire, bi saetan di rêzê de ma. Yek ji welatiyên di rêzê de disekiniya Omer Çoban wiha bertek nîşan da: “Ma ev insanetî ye? Ew li qesran dijîn. Halê me jî ev e. Ji bo ku beriya Remezanê çend tiştên erzan bikirim, ev zêdetirî 4 saetin li gel zarokên xwe di rêzê de disekinim.”
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê Bakî Remzî Sûîçmez, diyar kir ku ji ber ku Qanûna Çandiniyê nayê pêkanîn dewlet deyndarê cotkaran e û deynê cotkaran bi giştî 230 milyar TL ye.
Bi hezaran karker beşdarî mitînga DÎSK’ê ya li Îzmîrê bûn. Komek karker kefen li xwe kirin, darbestek sembolîk hildan ser milan û bihakirina tiştan û krîza aborî şermezar kirin.
Kedkarên tenduristiyê li ser bangewaziya TTB’ê ji duh ve dest bi grevê kiribûn û dev ji kar berdabûn. Di roja duyemîn a grevê de kedkaran destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
Bijîşkên ku bi banga TTB’ê di 14’ê Adarê Cejna Tipê de çalakiya 2 rojan dest ji kar berdanê dan destpêkirin, dixwazin ku mafên wan ên reha û aboriyê bên sererastkirin. Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir û bijîşkan di daxuyaniyan de hişyarî dan hikûmetê.
Ji ber ku TTB ji bo daxwazên xebatkarên tenduristiyê grev da destpêkirin nexweşxane vala man.
Barkêşên li Mêrsînê bi mebesta protestokirina zemên li sotemeniyê hatine kirin, dev ji kar berdan.
Bi mebesta protestokirina qeyrana aborî û bihabûna jiyanê, DÎSK dê di demên pêş de bi 5 daxwazan li bajarên bakurê Kurdistanê mitîngan li dar bixe.
Xebatkarên tenduristiyê di 2’yemîn salvegera pandemiyê de li gelek bajaran bi awayekî hemwext daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku şert û mercên wan ên xebatê bên başkirin. Xebatkaran da zanîn ku dê di 14 û 15’ê mehê de bikevin grevê.
Meclisa ÎSÎG’ê rapora xwe ya derbarê karkerên ji ber Covid-19’ê mirine, eşkere kir. Li gorî vê raporê bi kêmanî hezar û 400 karker ji ber koronayê mirine.
Egîtîm Sena Amedê li dijî zemên nû û krîza aborî daxuyanî da û bertek nîşanî zeman û bihabûna sotemenî, tiştên xwarinê, ceyranê û gaza xwezayî da.