Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
- aborî-ked
- 09:03 13/8/2022
Yuksel Bozkûrt li gel ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye jî her sibeh ewilî radibe kakilên guzan bi ben ve dike û êvaran jî kolan kolan digere û bi komkirina plastîkan debara xwe dike. Bozkûrt neçar dimîne ku ji bo dikaribe dermanê xwe bikire û zarokên xwe têr bike, ji serê sibehê heta êvarê bixebite.