AMED - Yuksel Bozkûrt li gel ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye jî her sibeh ewilî radibe kakilên guzan bi ben ve dike û êvaran jî kolan kolan digere û bi komkirina plastîkan debara xwe dike. Bozkûrt neçar dimîne ku ji bo dikaribe dermanê xwe bikire û zarokên xwe têr bike, ji serê sibehê heta êvarê bixebite.
Li navçeya Rezan a Amedê gelek jin li dijî krîza aborî ya her ku diçe kûr dibe, bi kargehên ku beniyan ango meşlûr çêdikin re li hev dikin, kolî bi kolî kakilên guzan tînin bi ben ve dikin û wisa debara xwe dikin. Jinên ku sibehan kakilên guzan bi benan ve dikin, êvaran jî hin karen cudatir dikin û hewl didin debara xwe bikin.
DI SÊ ROJAN DE 40 LÎRE QEZENC DIKE
Yek ji van jinan ku bi şev û roj dixebite Yuksel Bozkûrt a 58 salî ye. Ew li ser mîndera li ber deriyê mala xwe raxistiye kakilên guzan bi ben ve dike. Nexweşiya penceşêra rûviyan lê peyda bûye û şertên xebatê yên Bozkûrt giran dike. Bozkûrt a dibêje “êdî çavên min diêşin” rewşa xwe wiha vegot: “Li malê xebatkarekî min nîne. Nexweşiya şekirê li hevjînê min ketiye. Tenê ez dikarim bixebitim. Ez qoliya kakilên guzan, an ku 10-12 kîloyan bi 40 lîreyan bi ben ve dikim. Di sê rojan de qoliyekê çêdikim. Serê sibê dest pê dikim û heta êvarî van kakilên guzan yek bi yek bi ben ve dikim. Heke grama guzan ji sed gramê derbas bibe 5 lîreyan jê dibirin. Bi graman didin bi graman digirin. Karkeriyeke baş dixwaze.”
KOLAN BI KOLAN PLASTÎKAN KOM DIKE
Bozkûrt piştî karê guzan diqedîne di saetên êvarê de jî li kolanan dest komkirina plastîkan dike. Bozkûrt derbarê rewşa xwe de wiha axivî: “Her êvarî du tûrikên plastîkan didim pişta xwe û tînim, dû re jî nêzî 150 lîreyan difiroşim. Ez dikarim du rojan carekê derkevim wî karî. Ez wan jî difiroşim û li zarokên xwe dinêrim. Mala min kirê ye, zarokên min xwendekarên lîseyê ne. Meaşekî min ê astengdaran heye. Ez nexweşa penceşêra rûvî me. Ji min pêvetir kesekî bixebite tune ye. Rewşa min a madî qet nîne.”
AN DÊ DERMAN BIKIRE AN JÎ ERZAQ
Bozkûrt, bi lêv kir ku jiyana jinên din ên li taxê dijîn jî dişibin jiyana wê û wiha berdewam kir: “Nanek 6 lîre, şîrek 17 lîre, torbeyekî arvan bûye 400 lîre, rûnên biçûk bûye 150 lîre, em çawa debara xwe bikin? Ez bi şev û roj dixebitim. Dema hemû kar xelas dibe jî ez diçim xwarinê çêdikim. Wê halê me çawa be? Di mehê de 650 lîre meaş digirim. Dermanan bikirim, vê carê nikarim erzaq bikirim, erzaq bikirim, vê carê jî nikarim dermanên xwe bistînim. Carna ji bo biçim bijîşk pereyê ku ez li dolmîşê siwar bibim jî nîne.”
‘BERPIRSYAR ERDOGAN E’
Bozkûrt, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bêzar bûn, pişta min şikest ji gerê. Em nikarin debara xwe bikin, berpirsyarê vê jî Erdogan e. Zem li her tiştî kir, kirêyên malan zêde bûn. Em her tim di malên xerabe de rûdinin. Malên ku mutbexê wan nînin jî bûne 500 lîre. Ez 3 sal in diçim çopî. Dema ez bi koronayê ketim jî maske li ber devê min bû û min çop tev li hev dikirin. Ez dixwazim ji zarokên xwe re pereyên nan bînim. Heke em bibin yek em dikarin van pirsgirêkan bidin çareserkirin. Carna dema kakilên guzan bi ben ve dikim, digirîm, carna jî dema plastîkan kom dikim xemgîn dibim. Debar nîne jiyan rawestayî ye.”
MA / Eylem Akdag