Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin
- aborî-ked
- 14:15 10/4/2018
Nûner û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê têkildarî bernameya 1'ê Gulanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo 1'ê Gulanê li Qada Taksimê pîroz bikin bi her awayî serî li Walîtiyê dan, lê Walîtiya Stenbolê hemû serlêdanên wan neyînî bersivandine. Karker û kedkaran diyar kirin ku ew dê îsal 1'ê Gulanê li Qada Mitîngê ya Maltepe pîroz bikin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, ani ziman ku evîna wan tu carî neqediya û naqede.