Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
- aborî-ked
- 09:04 23/3/2018
Ji bo karkerên demsalî yên ji Rihayê berê xwe didin Manîsayê saleke zor û zehmet dest pê dike. Karkerên ku ji bo xebatê warê terk dikin û di konan de dijîn, rojê 50 lîreyî werdigirin. Daxwaza karkeran ew e ku şert û mercên xebatê bên başkirin.