Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
- aborî-ked
- 14:20 28/4
Karkerên di 1’ê Gulana 1979’an de hatin qetilkirin ji hêla sendîkayan ve li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê hatin bibîranîn.
Karkerên di 1’ê Gulana 1979’an de hatin qetilkirin ji hêla sendîkayan ve li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê hatin bibîranîn.
Vegera li polîtîkayên şer û girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîzên li welêt girantir kirin.
Serokê Komîteya Amadekar a mitînga 1'ê Gulanê ya Wanê Mûrat Atabay ku gel vexwand mitîngê, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên şer li qadan bin.
Esnafên Kuçeya Qada Haşimiye ya dîrokî diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya gel kêm bûye û ji ber vê yekê jî êdî ew nikarin berhemên ku dikirin bifiroşin.
Di roja ewil a Lijneya Giştî ya Asayî ya Odeya Bijîjkan a Amedê de bal hat kişandin ser têkoşîna kolektîf a ji bo mafê tenduristiyê. Rêveberiya nû dê bi hilbijartina sibê were kirin diyar bibe.
Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê di çarçoveya 1’ê Gulanê de li navçeya Qoserê daxuyanî da û bangawaziya tevlibûna mitînga herêmê ya Êlihê kir.
Li gorî lêkolîna Bîrleşîk Kamû-Îşê sînora xizaniyê di meha nîsanê de 925 lîre zêde bû û bû 58 hezar û 205 lîre. Sînora xizaniyê di nava salekî dawî de 27 hezar lîre û 575 lîre zêde bû.
KDV’ya xwaringeh û qehwexaneyan ji sedî 2 hate zêdekirin.
Welatiyên diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê kirîna pêdîviyên xwe yên bingehîn kêm kirine û anîn ziman ku encax bi guhertina desthilatê krîza aboriyê dikare were çareserkirin.
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê Cîhan Tuzun got: "Em li dijî kedxwarî, çewisandin, bêedaletî û newekheviyê bibin yek."
Karkerên Înşaetê diyar kirin ku dê li dijî “mercên koletiyê” di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin.
1'ê Gulanê wê li Êlih, Dêrsim û Wanê bê pîrozkirin. Sendîkayên li Amedê banga "Em li qadan li hev kom bibin û têkoşîna xwe xurt bikin" kirin.
Serokê DSMMMO'yê Şiyar Bozhan diyar kir ku ew bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne û wiha got: "Kêr gihaştiye hestî."
OHD’ê û Dev Yapi-Îş’ê aşkere kir ku kardêr û rêveberiya herêmî yên tedbîrên pêwîst negirtin, ji şewata ku 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan berpirsyar in.
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bang li hemû kesên ji polîtîkayên îktîdarê nerazî û xwedî li maf û keda xwe derdikevin kir ku biherikin qadên 1’ê Gulanê.