Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
- aborî-ked
- 14:03 01/5
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz ê di Mitînga Herêmî ya 1’ê Gulanê ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” li Wanê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Li dijî neçareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan ji bo budçeya ji şer re tê xerckirin ji gel re were veqetandin em li van qadan e.”