Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin

  • rojane
  • 14:12 19 Mijdar 2023
  • |
img
BURSA - Welatiyên ku di çarçoveya “Meşa Azadiyê” de gihiştin Gemlîkê, di ketina navçeyê de hatin sekinandin. Tevî hewayê sar û baranê jî welatiyan govend gerandin û li benda derbasbûnê ne. 
 
Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didome. Ji duh heta niha ji bajarên cuda gelek kesan berê xwe dan Gemlîkê. 
 
Ji herêmên Ege û Marmarayê gelek kes îro di danê sibehê de bi rê ketin. Polîsên ku Bursa û navçeyên wê dorpêç kirin, yek bi yek hemû wesayît di ketina navçeya Gemlîkê de dan sekinandin. Welatiyên ku wesayîtên hatine sekinandin, tevî hewayê sar û baranê jî xelekên govendê gerandin. Welatî li bendê ne ku derbasî navçeyê bibin. 
 
WESAYÎTA PARLAMENTER BI VÎNCÊ RAKIRIN 
 
Li hêla din dema Parlamenterê HEDEP’ê yê Amedê Serhat Eren bi wesayîta xwe ber bi Gemlîkê ve diçû, li navçeya Tuzla ya Stenbolê hate sekinandin. Wesayîta Eren ji hêla polîsan ve bi vîncê hate rakirin. 
 
LI BURSAYÊ DERKETIN SER RÊ
 
Navenda meşê jî Bursa ye û welatiyên li navendê li Taxa Arabayatagi ya navçeya Yildirimê kom bûn. Qada kombûna welatiyan ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Di heman demê de avahiyên partiyê yên li navçeyên Înegol û Yildirimê jî ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan nehiştin partiyî ji avahiya partiyê ya Înegolê derkevin. Li navçeya Yildirimê jî destûr nehat dayîn ku deriyê avahiya partiyê jî were vekirin. 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ QEBÛL NEKIN’ 
 
Koma ku xwe gihandî navçeya Orhangaziyê û ber bi Gemlîkê ve diçû, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulistan Aydin, bertek nîşan da û wiha got: “Pêdiviya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi perspektîfên birêz Abdullah Ocalan heye. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Heta ku birêz Abdullah Ocalan girtî be jî dê rewş wiha be. Em ê bi tu awayî vê qebûl nekin. Weke jinên kurd em ê bi tu awayî destûrê nedin vê yekê.” 
 
Girseyê piştre jî bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye