Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin 2023-11-19 14:12:41   BURSA - Welatiyên ku di çarçoveya “Meşa Azadiyê” de gihiştin Gemlîkê, di ketina navçeyê de hatin sekinandin. Tevî hewayê sar û baranê jî welatiyan govend gerandin û li benda derbasbûnê ne.    Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didome. Ji duh heta niha ji bajarên cuda gelek kesan berê xwe dan Gemlîkê.    Ji herêmên Ege û Marmarayê gelek kes îro di danê sibehê de bi rê ketin. Polîsên ku Bursa û navçeyên wê dorpêç kirin, yek bi yek hemû wesayît di ketina navçeya Gemlîkê de dan sekinandin. Welatiyên ku wesayîtên hatine sekinandin, tevî hewayê sar û baranê jî xelekên govendê gerandin. Welatî li bendê ne ku derbasî navçeyê bibin.    WESAYÎTA PARLAMENTER BI VÎNCÊ RAKIRIN    Li hêla din dema Parlamenterê HEDEP’ê yê Amedê Serhat Eren bi wesayîta xwe ber bi Gemlîkê ve diçû, li navçeya Tuzla ya Stenbolê hate sekinandin. Wesayîta Eren ji hêla polîsan ve bi vîncê hate rakirin.    LI BURSAYÊ DERKETIN SER RÊ   Navenda meşê jî Bursa ye û welatiyên li navendê li Taxa Arabayatagi ya navçeya Yildirimê kom bûn. Qada kombûna welatiyan ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Di heman demê de avahiyên partiyê yên li navçeyên Înegol û Yildirimê jî ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan nehiştin partiyî ji avahiya partiyê ya Înegolê derkevin. Li navçeya Yildirimê jî destûr nehat dayîn ku deriyê avahiya partiyê jî were vekirin.    ‘EM Ê TECRÎDÊ QEBÛL NEKIN’    Koma ku xwe gihandî navçeya Orhangaziyê û ber bi Gemlîkê ve diçû, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulistan Aydin, bertek nîşan da û wiha got: “Pêdiviya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi perspektîfên birêz Abdullah Ocalan heye. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Heta ku birêz Abdullah Ocalan girtî be jî dê rewş wiha be. Em ê bi tu awayî vê qebûl nekin. Weke jinên kurd em ê bi tu awayî destûrê nedin vê yekê.”    Girseyê piştre jî bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.