Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
- ciwan
- 13:54 27/10/2023
Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi hinceta “îxbarê” hatin binçavkirin.
Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi hinceta “îxbarê” hatin binçavkirin.
Endamên Meclisa Ciwan a HEDEP'ê ku li dijî polîtîkayên şerê taybet kampanyayekê bi rê ve dibin, li Taxa Xaçortê bi gel re civiyan û gotin ku dê li taxan nobedê bigirin.
Rêxistinên ciwanan ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kir ku êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê dişibin hev du û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.
Endamê Piştevaniya Şagirtên Azad ên Dîcleyê Berdan Gunduz di daxuyaniya ji bo xwendekarê Zanîngeha Anadolûyê Resûl Alan ê di xwaringeha zanîngehê de xwe kuştibû hate dayîn de axivî û wiha got: “Berpirsiyarê sereke yê van mirinan hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye.”
Ciwanên enternasyonalîst ên li Rihayê di daxuyaniya li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê de hatibûn binçavkirin, hatin dersînorkirin.
Fînala tûrnûvaya Fûtbolê ya ciwanan hat lidarxistin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ku di fînala tûrnûvayê de axivî, got: "Bi şerê taybet dixwazin civakekê bêhiş ava bikin, divê ciwan li dijî vê têbikoşin.”
Rêxistinên ciwanan ên bi boneya salvegera 8’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê daxuyanî dan, destnîşan kirin ji Mereşê heta Sêwazê, ji Amedê heta Pirsûsê dê hesabê êrişên li dijî gelan bipirsin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, meşa bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd a li dijî komploya 9'ê Cotmehê hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.
Ciwanên enternasyonalîst ku ji Ewropayê hatine, çûn serdana Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê.
STENBOL - Li Çekmekoyê Meclisa Ciwanên Partiya Çepên Kesk û Ciwanên Welatparêz bi meşeke meşaleyan, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şermezar kirin.
Tûrnûvaya futbolê ya ku ji aliyê ciwanan ve li dijî polîtîkayên şerê taybet hatiye destpêkirin berdewam dike. Endamê Meclîsa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Delîl Urek têkildarî tûrnûvayê de wiha got: “Armanc ew e ku ciwanan ji pergala qirêj dûr bikin û nehêlin ku ev qirêjiye bikeve nav civaka me.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk di çalakiya geştê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, diyar kir ku tecrîd parçeyeke şerê taybet û wiha got: “Ev têkoşîn bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser keve.”
Endamê YK’ê yê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Îro danê sibehê polîsan avêt ser mala Endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek. Gorunmek hat binçavkirin.
Li navçeya Rêya Armûşê 2 ciwan hatin binçavkirin.