ŞIRNEX - Ciwanên ku bertek nîşanî konsera di sponsoriya qeyumê Cizîrê de were lidarxistin dan, diyar kirin ku bi konsere ne moral dayîna mirovan, pişavtin tê armanckirin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di 30’ê cotmehê de wê di bin navê “By Mr. Dosso Dossî Mihrîcana Muzîkê ya Cizîrê” de konserek were lidarxistin. Konser wê ji aliye Holdînga Dosso Dossî ve di sponsoriya Walîtiya Şirnexê û Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de were lidarxistin. Bertekên li dijî konserê didomin. Li ser bertekan Xêro Ebbas û Tara Mamedova aşkere kirin kut ev li konserê nabin. Piştî ku biryara her 2 hunermendan a ji vekişîna mîhrîcanê hate ragihandin ku hunermendê bi navê Soner Sarikabadayi wê derkeve li ser dikê.
CIWAN BI BERTEK IN
Yek ji ciwanên cizirî ku me mîkrofon dirêjî wan kir, Zîndan Erkûl (23), bi lêv kir ku konser ji çanda kurdan dûr e. Erkûl, bal kişand ku kesên tev li konserê dibin jî ji çanda kurdan dûr in û wiha got: “Tu tişta ku ev kes li çanda kurdî zêde bikin jî nîne. Ji ber ku eleqeya tişta dikin bi çandê re nîne. Dema mirov li stranên ku dibêjin dinêre tê dîtin ku gelek ji wan bi xeber in û gotinên bêwate ne. Niha wan tînin bajarêkî weke Cizîrê qedîm. Gelê me wê çi ji van fêm bike? Çima van tînin? Pergal dixwaze me ji çanda me veke. Ji bo gelê me ji kokên wan veke ewilî navên gundan guhertin. Gelek gavên weke van avêtin. Niha ev gava di bin navê mîhrîcanê de hate avêtin jî ji bo me ji çanda me dûr bixin tê avêtin. Divê gelê me di vê zanebûnê de be.”
‘DIXWAZIN NIRXÊN ME JI HOLÊ RABIKIN’
Erkûl, bal kişand ku qada ku konser dê lê were lidarxistin jî bizanebûn hatiye hilbijartin û wiha berdewam kir: “Bi zanebûn parka Mem û Zîn hilbijartine. Li ku derê kiribûna bila kiribûna di aliyê cih de pirsgirêk dernediket. Lê cihê hatiye hilbijartin di çarçoveya armancekê de hatiye hilbijartin. Ew der ji gelek taxan dûr e, ne cihekî ku gel bikare bi awayekî hesan biçe. Çima ew der hilbijartin? Cenazeyê bi dehan sivîlên di pêvajoya qedexeyan de hatin qetilkirin di bin wê parkê de ne. Dema kavil rijandin wir hestiyên sivîlên hatin qetilkirin ji bin wan kavilan hatin derxistin. Vê ew jî dizanin. Ji bo ku nirxên me ji holê rakin vê dikin. Em weke cizîriyan bi çavekî cuda li wê derê dinerin. Laşên bi dehan mirovên cenazeyên wan nehatin dîtin di bin wê parkê de ne, mîhrîcana li wê parke li ber çavên dayikan were kirin derveyî mirovahiyê ye.”
‘QEYÛM MORALÊ ME XERA DIKE’
Erkûl, têkildarî konsera ku bi hinceta “bilindkirina moral û motîvasyona gel” tê lidarxistin jî ev tişt gotin: “Kî moralê vî gelî xera dike? Qeyûm xera dike. Pergaleke ku vîna vî gelî nas nake û wî bi darê zorê ji cihê wê dike wê çawa moralê gel bîne cih? Em nikarin li taxan werin gelhev. Dema em li kolana xwe 2-3 ciwan hatin gelhev polis demildest me dorpêç dikin û di GBT’ê re derbas dikin. Tiştên ku moralên me xera dikin ev in. Dû re dibêjin em ê ‘moral bidin we’.”
Erkûl, anî ziman ku divê kes neçe mîhrîcanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila mirovên hatine kuştin bifikirin. Bila li ser wan hestiyan keyfe nekin. Ev ne rast e. Ev mîhrîcana ku tê kirin ne ji bo moralê ye ji bo zextên psîkolojîk e. Di heman demê de bi taybetî bişaftina ciwanan tê armanckirin.”
‘EV GEL QEBÛL NAKE’
Ciwanê bi navê Ridvan Turel (24) jî wiha axivî: “Zimanê me jî jiyana me jî kurdî ye. Êşên me keyfxweşiyên me, dilê me hemû hestên me kurdî ne. Dayik û bavên me bi kurdî dijîn. Dayik û bavên me tev li vê mîhrîcanê bibin jî wê çi fêm bikin. Tu tiştekî ku aydê me be li vê mîhrîcanê nîne. Heke bixwazin moral bidin vî gelî divê çanda vî gelî bidin jiyîn. Divê klamên ku dengbêjên me dibêjin hebin. Bi vê konserê nikarin moral bidin vî gelî.”
Turel, bi lêv kir ku tu eleqeya konserê bi kurdan re nîne, qada ku lê were lidarxistin jî ‘ji bo kurdan birîneke mezin e’ û ev bang kir: “Li parka ku bi kavilên xaniyên di dema qedexeya derketina derve de hilweşandin çêkirine dê vê mîhrîcanê li dar bixin. Di wê pêvajoya qedexeyan de gelek hestiyên zarokên vî gelî bi molozan anîn vê parkê û veşartin. Malbatên me nikarin nêzî wê parkê jî bibin, niha li wir mîhrîcanê li dar dixin. Li ser şînê şahî çênabe. Ev gel vê qebûl nake. Bi taybetî ciwanan bang li hemû ciwanan dikim; Bila wê pêvajoyê qet ji bîr nekin. Bila tiştên wê demê qewimîne di hişê xwe de zindî bihêlin. Bila qet tev li vê mîhrîcanê nebin.”
‘ŞÛNA KU DÊ MÎHRÎCANÊ LI DAR BIXIN BILA ZEXTÊN LI SER CIWANAN RAKIN’
Yek ji ciwanan Îsmaîl Temel (18) jî wiha got: “Dê çi eleqeya vê mîhrîcanê bi gelê me re hebe? Em bi kurdî diaxivin, ev mîhrîcan bi tirkî ye. Tu eleqeyan vê mîhrîcanê bi me re nîne. Divê tu kurd neçin ve mîhrîcanê.” Temel, bal kişande ser zextên li ser ciwanên li bajêr û ev tişt gotin: “Wê rojê ez li parkê digeriyam, rêya min girtin, nasname xwestin. Min diyar kir ku ez ciwanê vê derê me û digerim. Bi israr nasnameya min xwestin. Mirov nikare li bajarê xwe jî bi rehetî bigere. Ev rewşeke gelek zor e. Em nikarin bi ciwanan re bên gelhev. Şûna ku dê mîhrîcanê li dar bixin bila vê zexta li ser ciwanên me rakin. Şûna ku dê gele tev li vê mîhrîcanê bibe bila biçin mala xwe klameke Şakîro guhdar bikin. Dê zêdetir keyfxweş bibin.”