ŞIRNEX - Ciwanê b navê Hasan Kiliç ê 19 salî ku ji bo kar çûbû Kocaeliyê, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Hasan Kiliç ê 19 salî yê ji navçeya Cizîr a Şirnexê ku ji bo kar çûbû navçeya Gebze ya Kocaeliyê, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. Bûyer, li tesîsên betonê ya li Taxa Kîrazpinar a Gebzeyê qewimî. Di qezayê de xortim bi Kiliç aliya û Kiliç kete nava makîneya xurdik, çîmento û xîz diherîne.
Piştî karkeran agahî dan, li cihê bûyerê komên agirkujiyê, tenduristî û cendirmeyan hatin veguhestin. Cenazeyê Kiliç ji makîneyê hate derxistin.
Cenazeyê Kiliç ji bo otopsiyê rakirin morgê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.