Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket

  • ciwan
  • 17:00 17 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÊLIH - Muhamed Eryilmaz ê 17 salî yê nêzî Pira Malabadî ya dîrokî ket Çemê Êlihê, ber avê ket.
 
Ciwanê 17 salî Muhamed Eryilmaz ê nêzî Pira Malabadî ya dîrokî ku 30 kîlometere dûrî bajarê Êlihiyê, ket Çemê Êlihê û piştî demekê Eryilmaz ber avê ket. Piştî ku Eryilmaz di avê de winda bû, agahî ji bo ekîbên eskeriyê hatin dayîn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirina Eryilmaz dewam dikin. Rawestandina malbata Eryilmaz û welatiyan a li herêmê dewam dike.