Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket 2021-07-17 17:00:34   ÊLIH - Muhamed Eryilmaz ê 17 salî yê nêzî Pira Malabadî ya dîrokî ket Çemê Êlihê, ber avê ket.   Ciwanê 17 salî Muhamed Eryilmaz ê nêzî Pira Malabadî ya dîrokî ku 30 kîlometere dûrî bajarê Êlihiyê, ket Çemê Êlihê û piştî demekê Eryilmaz ber avê ket. Piştî ku Eryilmaz di avê de winda bû, agahî ji bo ekîbên eskeriyê hatin dayîn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirina Eryilmaz dewam dikin. Rawestandina malbata Eryilmaz û welatiyan a li herêmê dewam dike.