Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
- polîtîka
- 09:01 26/5/2020
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, bertek nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan da û got: “Eger êdî zilmê li gor, goristan û cenazeyan dikin, wê demê ev îqtîdar xelas bûye. Ev polîtîkaya îqtîdarê tu xizmetê ji saxan re nake. Divê hemû hêzên demokratîk û muxalif bi hevre li dijî van polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhayê bibin yek û têbikoşin."