'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye

img

ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de dovîzên “Jin, Jiyan, Azadî” danîn ser maseyên xwe. 

Hevdîtinên têkildarî bûdçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî yên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê berdewam in. Di dema hevdîtinan de Parlamenterên DEM Partiyê û yên CHP’ê dovîzên “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Îstîfa”, “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên jinên hatine qetilkirin danîn ser maseyên xwe. 
 
Parlamenterên CHP’ê ji bo balê bikişînin ser cînayetên jinan cang nîşan dan. Li ser cangî jî navên jinên hatine qetilkirin hebûn.