'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye 2024-11-27 13:10:21 ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de dovîzên “Jin, Jiyan, Azadî” danîn ser maseyên xwe.  Hevdîtinên têkildarî bûdçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî yên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê berdewam in. Di dema hevdîtinan de Parlamenterên DEM Partiyê û yên CHP’ê dovîzên “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Îstîfa”, “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên jinên hatine qetilkirin danîn ser maseyên xwe.    Parlamenterên CHP’ê ji bo balê bikişînin ser cînayetên jinan cang nîşan dan. Li ser cangî jî navên jinên hatine qetilkirin hebûn.