Temellî: Dem dema guhertinê ye

img
ÎZMÎR – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi xebatkarên çapemeniyê re hat cem hev. Temellî diyar kir ku ew dê di 25'ê Hezîranê de bi heviyek nû û rojek nû hişyar bibin û wiha got: “Êî dem dema guhertinê ye." 
 
Hevserokê Gişî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi xebatkarên çapemeniyê re hat cem hev. Di civînê de gelek xebatkarên çapemeniyê amade bûn. Temelli, pirsên rojnamegeran bersivand û der barê xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de nirxandin kir. Di civînê de endam û rêveberên HDP'ê yên Îzmirê û endamên maclîsa giştî ya HDP'ê jî amade bûn. Temelli, da zanîn ku hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo Tirkiye pêvajoyek pir krîtîk e û wiha got: "Yekem car hilbijartina Serokomariyê û Parlamentoyê bi hevre pêk tê. Hilbijartina meclîsê ji bo azadî û demokrasiyê diyarker e. 
 
Temelli, anî ziman ku cih girtina HDP’ê ya di parlamento de ji bo demokratikbûn û azadiya Tirkye gelek girîng e û wiha got: Namzetê me yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş namzetê Tirkiye ye. Ne tenê namzetê HDP'ê ye. Ne tenê HDP’ê ew diyar kir. Daxwazên pêkhatiyên din jî ev yek diyar kir. Em armanc dikin ku di tûra yekem û duyem de Demîrtaş bi ser bikeve. Em armanc dikin ku HDP ji 7'ê Hezîranê bêtir dengan bistîne. Em armanc dikin ku ji 7'ê Heziranê bi hêzek metintir têkevin hilbijartinê. 
 
‘YA GIRÎNG ÎTÎFAQA GELAN E' 
 
Temellî, anî ziman ku herêma Ege û Bajarê Îzmirê di milê nasnameya gelan de herêmek girîng e û wiha got: "Hêvî û bendewariyên me ji gelê Îzmîrê pir zêde ye. Îzmir bajarê demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê êdî dema ku vê tevgera xwe ya demokrasiyê têxe meriyetê. Divê em bi hevre benda li pêş demokrasiyê  hatiye avakirin rakin. Bend ne tenê li pêş HDP’ê ye. Li pêş yekîtî û tifaqa gelan e. Li pêş demokrasiya  Tirkiye ye. Ji bo me tifaqa gelan e. Em dê tifaqa gelan ava bikin. Em armanc dikin ku hemû baweriyên cuda, nasnameyên cuda b hevre di nava wekheviyê de bijîn. HDP'ê di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de ev yek bi ser xist. Dê di 24'ê Hezîranê de ji bi ser bixe. Em û hemû gelê Tirkiye bi hevre demokrasiyê bi ser bixin. Em dê bi hevre di 25'ê Hezîranê de bi heviyek û nû mezin hişyar bibin."  
 
‘ÊDÎ DEM DEMA GUHERTINÊ YE'
 
Temellî, destnîşan kir ku benda esil li pêş demokrasiyê hatiye avakirin û wiha lê zêde kir: "Ger ku demokrasî bi ser nekeve dê Tirkiye têkeve rêyek tarî. Gelê Tirkiye di 16'ê Nîsanê de li dijî pergala Serokdewletyê helwesta xwe nîşan da. Em bawer dikin ku dê disa helwesta xwe nîşan bidin. Gel dîsa got TAMAM û helwesta xwe nîşan da. Em dibêjin dem dema guhertinê ye. Em dibêjin 'Dê bi te biguher e' û 'Tu dikare' Em be vê hişyariyê bang li her kesî dikin ku biçin ser sindoqan û deng bidin û li sindoqan xwedî derkevin. 
 
PÊDIVÎ BI PEYMANA CIVAKÎBÛNÊ HEYE'
 
Temellî, destnîşan kir ku ew dê danezana partiya xwe di 14'ê Gulanê roja duşemê li Navenda Partiya xwe ya Enqereyê bi raya giştî re aşkere bikin û ev nexşerê û peymana civakîbûna Tirkiye ye. Temellî, anî ziman ku ew dixwazin vê pergalê biguherînin û îtîrazek wan a xurt heye û wiha got: "Pêdiviya Tirkiye bi peymanek nû ya civakîbûnê heye. Divê hemû gelê Tirkiye bê cem hev û vê peymana civakî qebûl bike. Pêdivî bi peymana civakî ya nû heye. Em dibêjin di Welatê Hevpar de Kemokratîk ava bikin. 
 
Temellî, da zanîn ku hikûmeta ku Tirkiye xistiye nava kiriza aborî niha dixwaze bi wê propaganda xwe bike û wekî ku berpirsiyar ne ew be tev digere. Temellî bal kişand ser girtina Demirtaş û anî ziman ku girtina Demîrtaş şerma Tirkiye ye. Temellî, da zanîn ku hilbijartin hem di nava şertên OHAL'ê de pêk tê û hem jî li ser HDP û namçetê HDP'ê Demirtaş bi Taybet OHAL heye. 
 
Temelli, anî ziman ku îtifaqa AKP-MHP'ê navê îtîfaqê qirêj dike û wiha bi dawî kir: "Ev ji îtîfaqê zêdetir bazara qirêj e. Dixwazin vîna hilbijêran têxin îpotekê. Pirsgirêk bi HDP'ê çareser dibe. HDP hembêza xwe ji hemu gelan re vedike û îtîfaqa gelan ava dike."