Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand

  • rojane
  • 11:02 30 Îlon 2024
  • |

ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya “Em ji bo jiyana azad û wekhev bi israr in, li dijî şer in” da destpêkirin. Meclisê Jinan diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de panel, konferans û xebatên atolyeyê li dar bixin. 

 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku li dijî şer kampanyaya “Em ji bo jiyaneke azad û wekhev bi israr in, li dijî şer in” dane destpêkirin. Meclisa Jinan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da û deklarasyona xwe ya têkildarî kampanya û xebatan eşkere kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk deklarasyon xwend û da zanîn ku dê di çarçoveya kampanyayê de panel, konferans û xebatên atolyeyê li dar bixin. 
 
Deklarasyon wiha ye: “Îro li hemû cîhanê gel di nava şerekî topyekûn de ne. Hikûmetên antî-demokratîk, milîtarîst, nêrza û otorîter ên ku mayîndebûn û berdewamiya xwe di ser her tiştî re dixin pêş, hewl didin şeran weke encama pirsgirêka jiyanê ya neçarî li hemû cîhanê nîşan bidin û şer rewa bikin. Lê wek ku tecrubeyên cîhanê û tevgerên dijî şer gelek caran tînin bîra me û di şer de serketî tune. Hemû şer li pey xwe gelek bermahiyan dihêlin. Şer êrişa li dijî yekitiya fizîkî, mafê jiyanê û rûmeta mirovan e. Jiyan tên windakirin, bajar tên wêrankirin, xweza, dîrok, çand û mîrateyên hunerê bê veger tên tunekirin. Ne mimkûn e ku ev êşa mezin, ev komkujî û ev zulm di sedsala 21’ê de carek din biqewime.
 
JI BO AŞTIYÊ DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN
 
Xeteriya şer û qirkirinê tu carî ji cîhanê kêm nebûye. Mixabin her çend ne zehmet be jî divê li dijî şer rêxistinbûnek hebe. Di rastiyê de wêraniya mezin a ji ber du şerên hevpar ên emperyalîst ên mezin û jenosîdên ku bi van şeran re hevdem pêk hatin, nebûn sedema polîtîkaya bi tundî dûrketina ji şeran. Şerên etnîkî yên ku li Ewropayê, kêmtirî pêncî sal piştî şerên mezin, li axa Yugoslavyaya berê qewimîn, her wiha nîşan da ku meriv çiqas zû dikare bikeve nav heman rojeva şerên tirsnak. Qirkirina Ruandayê ku di heman serdemê de pêk hat, bi zelalî eşkere kir ku xeteriya şer û qirkirinê ji cîhanê derneketiye û wê tu carî cîhanê bi serê xwe neterikîne û ji bo aştî û xebatê divê xwe bi rêxistin bikin.
 
ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ BI ŞERÊN WEKALETÊ DIDOME
 
Di şerê navxweyî yê 13 salan de li Sûriyeyê, piştî Qirkirina Êzidiyan a DAIŞ’ê ya li Şengalê ku weke fermana 74’an tê zanîn, dawî li şer û pevçûnan nayê. Her wiha di hemû pevçûnên li Tirkiyeyê û li erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi awayekî zelal tê dîtin ku pirsgirêka kurd bi darê zorê tê xistin û şer li ser kurdan tê ferzkirin. Herî dawî jî serdema şerê ku bi êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, şerê Îsraîl-Filîstînê û komkujiyên hovane yên li Xezayê dest pê kir, çarçove û asta vê têkoşîna berjewendiyan berfirehtir kir. Îro tu kes tune ye ku bi awayekî teqez bibêje ku şerekî nû yê cîhanê, ango şerê cîhanê yê sêyem nabe. Yên ku li ser vê mijarê dixebitin dibêjin ku şerê cîhanê yê sêyemîn ji niha ve bi rengê şerên wekaletê dest pê kiriye, wek şerê ku li Rojhilata Navîn û Ukraynayê berdewam dike.
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛYE
 
Dema em ji nêz ve li Tirkiyeyê mêze bikin, tê fêmkirin ku bi pirsgirêka kurd re şerekî germ heye, her çend di gotina serdest de neyê qebûlkirin jî, hem rasterast hem jî nerasterast ketiye bin bandora vî şerê pir tund. Ev nakokiya ku di dîroka komarê de belav bûye, bi taybetî di van 40 salên dawî de, ji bilî pêvajoya çareseriyê ya demkurt, hema bêje bênavber bûye. Ji bo aştiyeke bi rûmet a pirsgirêka kurd, pêvajoya muzakereyê ku muxatabên dîrokî li ber çavan bigire û dengê van muxataban bide bihîstin, weke pêvajoya aştî û çareseriyê ya di navbera 2013-2015’an de pêwîst e. Tevî vê rastiyê jî îro li Îmraliyê tecrîda ku bi temamî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî û mafên mirovan e, di şert û mercên nebûna ragihandinê de bi awayekî bêperwa didome. Binpêkirina mafan ku li hemû girtîgehan derdikeve pêş û bi taybetî jî bi pêkanînên derqanûnî yên lijneyên çavdêriyê yên îdarî, bi vê tecrîdê re berdewam dike û tecrîdê li tevahiya civakê belav dike.
 
ÊRIŞÊN NIJADPEREST
 
Civak û rêxistinên navneteweyî nikarin bersivê bidin binpêkirinên mafên mirovan ên li ser pirsgirêka kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn, ne jî alîkariya pêşxistina tevgereke xurt a li dijî şer dikin. Ji Tirkiyê heta Ewropa û DYA, ji Îranê heta Rûsya û Çîn dewletên serdest, beriya her tiştî li van xakan xwedîderketin û parastina berjewendiyên xwe esas digirin. Tundiya pêkhatî, nijadperestî û xizanî ku ji van pêvajoyên nakokî têne hilberandin -her çend ji serdemên şerê germ cuda bin jî- encamên ku bandorê li her aliyên civakê dike hene. Di warê îstîsmarkirina kedê de, rewşa şer pirsgirêka jiyan û ewlehiyê di rojevê de dihêle, her cure nerazîbûnên civakî, azadiya civîn û xwepêşandanan, bi taybetî azadiya derbirînê di paşerojê de dihêle û daxwazên mafên sendîkayan krîmînalîze dike. Koçberiya komî ya koçberên ku cihên xwe li herêmên şer û pevçûnan ji dest dane û ev koçberî gelek caran di bin şert û mercên kujer de pêk tê, dûrxistin û êrişên nijadperestî yên ku penaber li welatên ku xwe lê digrin rastî wan tên. 
 
ŞER BI XWE RE KOMKUJIYÊN JINAN TÎNE
 
Zêdebûna neasayî ya kuştina jinan jî ji ziman û pêkanînên nêrza, milîtarîst û zayendperestî yên der barê pirsgirêka kurd de nayê dîtin. Bûyerên tundiyê yên li dijî zarokan jî li gorî wê bêne nirxandin. Ji ber ku şer ziman û pêkanînên tundiya nêrza, milîtarîst û zayendîparêz digihîne asta herî jor. Bi bidawîbûna şer re ev ziman û pêkanînên tundiyê ji holê ranabin. Tundiyê di jiyana rojane de ava dibe û normal dibe. Wêranbûna mirovî û madî ya ku şeran pêk tîne, di jiyana jin û zarokan de encamên neyînî û yên ku nayên vegerandin çêdike ku ji dema şer dûrtir dibe. Jin di demên şer de bi rê û rêbazên pir taybet bi mexdûriyetê rû bi rû dimînin. Di gelek lêkolînan de derketiye holê ku di şer û pevçûnan de bedena jinê û xaka dijmin di bin heman konsepta dagirkeriyê de tê meşandin. Laşê jinê di vegotina milîtarîst de weke ax an jî milkê ku bi mantiqa fethê tê desteserkirin, nîşandayîn û talankirin cih digire. Encamên vê di şeran de destavêtin û îşkenceya li ser jinan e. 
 
JINAN RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ PÊŞ XISTIN
 
Jinan li dijî vê rewşê hem di jiyana xwe ya taybet û hem jî di jiyana xwe ya civakî de rêbazên têkoşînê pêş xistine; Pirî caran, ev bi rêbazên wekî xweparastinê pêk tê. Di warê şer û aştiyê de mijareke girîng e. Di nava jinên ku di jiyana xwe ya taybet de ber bi vê astê ve hatin kişandin de Çîlem Dogan û Nevîn Yildirim mînakên yekem in ku tên bîra mirov. Di vê wateyê de jinên li Rojava li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têdikoşin di têkoşîna parastina jinê de hêzeke girîng û pêşeng ava kirine. Ji ber vê yekê pir girîng e ku jin ne tenê wekî mexdûrên şer, di heman demê de wekî jinên çalak ên ku ji bo kêmkirins şer û avakirina aştiyê cih digirin bên dîtin. Di heman demê de divê di her şert û mercên şer de girîngiya çalakbûna jinê ya di avakirina aştiyê de ji nû ve were destnîşankirin û ravekirin.
 
DIVÊ HEQÎQET ZINDÎ BIMÎNE
 
Rastiya bingehîn a ku ji aliyê teorîsyen û akademîsyenên femînîst, her wiha meclisên jinan ên sosyalîst û feminîst û parêzvanên mafên jinan ên ku di nava têkoşînên siyasî yên civakî û neteweyî de cih digirin, ew e ku tundiya zayendî û newekheviya zayendî bi kûrahî wekî dînamîkên şer pêanse bikin. Pêwîste ev heqîqeta bingehîn her tim zindî bimîne û civakî bibe. Îro em li ser xaçerêyek in ku divê em perspektîfên dijî şer xurt bikin. Di dîroka nêz de pêdiviya bi aştiyê ewqes nehatibû dîtin. Em aştiyê dixwazin. Divê em aştiyê bixwazin. Divê em aştiyê ava bikin. Ev jî tê wateya avakirina pêşeroja bi hev re.
 
DÊ ATOLYE BÊN LIDARXISTIN
 
Bi vê perspektîfê em weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya xwe ya bi sernavê ‘Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in û li dijî şer in’ didin destpêkirin. Em dixwazin bi awayekî herî xurt daxwaza jinan a aştiyê bînin ziman, bandorên şer ên wêranker ên li ser jin, zarok û komên dezavantaj bên dîtin û tevkariyê li avakirina aştiya cîhanî bikin. Bi vê mebestê em ê di warên cuda de bi civaka navneteweyî û beşên pêwendîdar ên li Tirkiyeyê, jin, zarok, ked, ekolojî û rêxistinên LGBTI+ yên civaka sivîl, rêveberiyên me yên herêmî û rêxistinên bajaran re dengê aştiyê bilind bikin. Di şeş mehên bê de, em ê bi organîzekirina panel û konferansên neteweyî û navneteweyî, lidarxistina atolyeyan û zêdekirina nivîs û naveroka dîtbarî ya li dijî şer di medyayê de, xebatek xurt li dijî şer derxînin pêş.
 
DÊ SALA 2025’AN BIKIN SALA AŞTIYÊ
 
Her wiha em dixwazin sala 2025’an weke sala aştiyê îlan bikin! Em plan dikin ku di sala 2025'an de li gelek bajaran, bi taybetî li Amed û Stenbolê, atolye, civîn, mîhrîcanên gel û çalakiyên aştiyê li dar bixin. Em ê ji zanîna li dijî mîlîtarîst, sosyalîst, femînîst û ekolojîk a vî welatî û ji ezmûna têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd sûdê werbigirin. Di sala aşitiyê de em ê bi gotineke herî tund bibêjin “Ne şer, aştî jêneger e” Di van çalakiyên ku dê tevahiya salê bên lidarxistin de, em ê dengê li dijî şer ji çar aliyê welêt bigihînin hemû cîhanê. Em ê sala 2025’an bikin sala aştiya jinan.”
 

Sernavên din

14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye