Buldan: Divê bi qasî ku nikaribin bidizin dengê HDP’ê zêde bin

img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan, diyar kir ku piştî îktîdarê got “HDP’ê di sindoqan de veşêrin", zextên li ser HDP'ê dê zêdetir bibin û wiha got: "HDP dê bi nûnertiyek xurt serkeftinê bi dest bixe. Divê bi qasî ku nikaribin me di sindoqan de veşêrin û dengê me bidizin dengê me zêde bin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, der barê hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê, astengî û lîstikên li pêş HDP’ê û hewldanên ku dixwazin HDP'ê li dervê meclîsê bihêlin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Buldan, da zanîn ku Hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomariyê û parlamenteriyê ji bo Tirkiye dê gelek kritik be û wiha got: "Li Tirkiye yekem car hilbjartinek bi vî rengî pêk tê. Hilbijêr yekem car rastî modelek wisa tên. Ji destpêkê heta dawî bê qûralî hene. Di bin şertê ne adîl û ne wekhev de hilbijartin pêk tê. Polîtîkaya tirs û tepisandinê ya ku AKP dimeşîne li ser gelê Tirkiye belav bûye. Di vê hilbijartinê de ewlehî zêde derdikeve pêş. Di bin şertê OHAL'ê de hilbijartin pêk tê. Hilbijartina ku di bin OHAL'ê de pêk bê ne rewa ye. Hikûmeta AKP'ê di bin şertê OHAL'ê de Tirkiye dixe hilbijartinê. Ji bo encama ew dixwaze bi dest bixe zextan li ser hilbijêran dike. Lê tevî hemû astengî, zext û zordariyên li ser hilbijêran em dê li tevahiya Tirkiye ji bo ewlehiya sindoqan bi partiyên din re bixebitin. Em dê sindoqan biparêzin û li sindoqan xwedî derkevin. Em dê li gorî derfetên xwe ewlehiya sindoqan biparêzin." 
 
EM XWEDÎ HÊZIN KU HEMÛ LÎSTIKAN XERA BIKIN
 
Buldan, anî ziman ku partiyên îtîfaq ava kirin, armanc dikin ku HDP'ê li dervê meclîsê û di bin bendê de bihêlin û wiha got: "Lê tevî hemû lîstikan em xwedî hêzin ku lîstikan pûç bikin û astengiyên li pêş xwe rakin. Civak û gelê Tirkiye bi hêsanî dikare van astengiyan ji ser xwe bavêje. Bê guman îtîfaqa hilbijartinê girîng e. Lê ya girîng ewe ku di çarçoveya demokratik û armamca pêşxistina demokrasiyê de pêş bikeve. Hem “Îtîfaqa Cumhur" hem jî “îtîfaqa mîllet" armanc dike ku HDP'ê di bin bendavê de bihêle. Parlamentoya bê HDP û Tirkiyeya ku vîna kurdan neyê dîtin demokratîk nabe. Bê guman HDP ve yekê dibîne. Wekî partiya ku dizane lîstikên li ser wê zêde ne û dixwazin wê di bin bendê de bilêlin, xwedî hêz e ku van lîstikan pûç bike. Ger ku HDP di bin bendê de bimîne tiştekî ku em winda bikin tune. Ya ku winda bike civaka Tirkiye û Tirkiye bi xwe ye. Ger ku HDP winda bike dê hêjmara parlamenterên AKP'ê zêde bibe. Dê hêza AKP'ê zêde bibe. Ji ber vê yekê dîsa dê di pergala yek zilam û zordest de tiştek neyê guhertin. 
 
Bê guman di tûra yekem de ji bo Erdogan neyê hilbijartin em dê xebatê bimeşînin. Di tûra duyemîn  de jî em dê yekî hilbijêrin. Îktîdarê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê piştî ku îktîda winda kir biryara hilbijartina 1'ê Mijdarê de girt. Xebat û niqaşên piştî wê hatin kirin tev formalite bû. Ji ber vê yekê em dibêjim em xumalefetek xurt in. 
 
Hêza muxalif dê ji niha û şûnde bêtir mezin bibe. Ji ber ku piştî AKP'ê manifestoya xwe aşkere kir her kesî dît ku nava wê vala ye. Hêj CHP'ê û me danezana xwe ya hilbijartinê aşkere nekiriye. Her kes dixwaze îktîdara AKP'ê ya 16 salan bi dawî bibe û dawî li vê pergalê bê. Piştî tûra yekemîn AKP ango Serokomar Tayyip Erdogan çi bike ne diyar e. 
 
‘DIVÊ TIFAQ BI HILBIJARTINÊ RE SÎNOR NEMÎNE’ 
 
Buldan da zanîn ku pêwîste yekîtî û tifaqa kurdan tenê bi hilbijartinê ve sînor nemîne û wiha got: “Ji bo ev tifaq piştî hilbijartinê bidome, me hevdîtinên girîng kir. Êdî dema kurd bi hev re tevger bikin, helwesta hevpar bidin û gotinên xwe bêjin hatiye. Gelek partiyên Kurdistanî bi taybetî biryar girtin ku dê HDP’ê destek bikin û ev li nav raya giştî jî belav bû. Hêj hevdîtin dewam dikin. Dê heta çend rojan ev hevdîtin bigîhîjin encamê û dê ji raya giştî re bên aşkerekirin. Dê ev hevdîtin dewam bikin. Lazim e ev xebatên hevdîtinê teqez bigîhîjin encamê. Ev hevdîtin ji bo gelê kurd gelek girîng in.” 
 
‘LI KURDISTAN Û ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ HEVDÎTIN DEWAM IN’ 
 
Buldan bi bîr xist ku hevdîtinên wan tenê ne li gel partiyên Kurdistanî li rojavayê Tirkiyeyê hevdîtinên wan li gel derdorên çep, muxalîf û demokratîk jî didomin û wiha dewam kir: “Ez dikarim bêjim em encamên erênî distinînin. Hêj gelek hevdîtin didomin. Dê ev jî bên aşkerkirin. Li Tirkiyeyê êdî her kes dixwaze AKP biçe. Ji bo AKP biçe riya herî rast jî HDP ye. Dê çend rojên din partiyên çep ji bo piştevniya HDP’ê daxuyaniyên xwe bidin.” 
 
‘DIXWAZIN HDP’Ê DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN’ 
 
Buldan anî ziman ku pêwîste bi hişmendiya dê HDP bendê derbas bike biçin ser sindoqan û ev bang li hilbijêran kir: “Divê em xwedî li dengên xwe derkevin. Divê gel dibistanan terk neke û xwedî li sindoq û dengên xwe derkeve. Heke em xwedî derkevin dê serkeftin bibe ya me. Piştî Erdogan got ‘HDP’ê di sindoqan de veşêrin’ dê bi ser HDP’ê ve werin. Yanî êdî dema hevgirtina di nav HDP’ê de hatiye. Divê êdî ji niha şûn ve hilbijêrên kurd ên dengê xwe didin AKP’ê êdî hemû rastiyê bibînin. Divê baş bifikirin. Em bi ferasetek dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihelê re rû bi rû ne. Ji ber vê divê em bi xurtî xwedî li HDP’ê derkevin.” 
 
‘HDP PARTIYA WE Û DEMÎRTAŞ NAMZETÊ WE’ 
 
Buldan bi bîr xist ku namzetê wan Selahattîn Demîrtaş e û di hilbijartina Meclîsê de jî HDP dikeve hilbijartinê û got: “Di her du waran de jî divê mirov xwedî li HDP’ê û birêz Demîrtaş derbikevin. Xwedî derketina HDP’ê û birêz Demîrtaş ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e. Birêz Demîrtaş wek namzetên din nikare di nav şertên wekhev de kampanyaya hilbijartinê nade meşandin. Tenê bi peyamên dişîne xebata xwe birêve dibe. Divê ew azad bibe û wek namzetên din li qadan be. Divê azadiya wî demil dest bê temînkirin. Em carek din bang li civaka Tirkiyeyê dikin, li dora HDP’ê bibin xelek û dengê xwe bidinê. Birêz Demîrtaş wek serokomar bijêrin.” 
 
Buldan destnîşan kir ku serlêdana bernamzetiya parlamenteran xelas bû û wiha lê zêde kir: “Elbet navên surprîz hene. Navên girîng ên dixwazin Tirkiyeyê demokratîk bikin hene. Bi navên girîng re hevdîtin dewam dikin. Dê ev di demek kin de bi dawî bibin. Eleqeyek mezin ji bo bernamzetiya partiya me heye. Ji gelek derdoran nav hene, lê niha tiştek zelal nîne. Di demek kin de dê bi raya giştî re bên parvekirin.” 
 
‘DÊ DÎROKEK BÊ ERDOGAN DEST PÊ BIKE’ 
 
Buldan diyar kir ku 24’ê Hezîranê ji bo siberoja Tirkiyeyê dîrokek girîng e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Yekemîn car e ku Tirkiye dê biryara pergala serokatiyê bide. 24’ê Hezîranê meseleya man û nemanê ye. Em hêvîdar in hemû kes dê piştevaniya aştî û demokrasiyê bike. Yanî dê ji faşîzmê re bêjin ‘erê’ yan jî dê biryara jiyanek azad û wekhev û biratiyê bidin. Heke ku HDP û birêz Demîrtaş xûrt derkevin, em ê bi sibehek aram a Tirkiyeyek nû hişyar bin. Divê dîroka 25’ê Hezîranê bibe dîroka bê Erdogan. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê roj nûroj bibe. Heke ev bi ser bikeve dê di serdemên pêşiya me de ji bo Tirkiyeyê serdemek cuda dest pê bike.” 
 
MA / Selman Guzelyuz – Hayrî Demîr