Muharrem Înce: Ez dê Demirtaş li girtîgehê ziyaret bikim

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetê CHP'ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê randevûyê ji namzetên serokomaran bistîne û biçe li girtîgehê Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ziyaret bike. 
 
Piştî AKP-MHP'ê ji bo Hilbijartina Zordest a 24'e Nîsanê biryar da, partiyan dest bi xebatên hilbijartinê kir. Partiyan namzetên xwe yên ji bo serokomariyê jî diyar kirin. Namzetên Serokomariyê ji niha de dest bi xebatên xwe yên li qadan kir. Lê Namzetê HDP'ê yê Serokomariyê Selehattîn Demîrtaş ji ber girtî ye nikare li nava gel xebatê bimeşîne. Namzetê CHP'ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê randevûyê ji namzetên serokomaran bistîne û biçe li girtîgehê Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ziyaret bike. Înce, li ser hesabê medya civakî daxuyani da û diyar kir ku ji bo serkeftinê ji namzetan re bixwaze dê randevû ji ji Meral Akşener, Recep Tayyip Erdogan û Temel Karamollaoglu re bixwaze û Selahattin Demirtaş jî li girtîgehê ziyaret bike.