Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA

img
NAVENDA NÛÇEYAN  -  Wezirê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, gef li DYA xwar û got "Ger ku DYA firotina F-35 ya ji bo Tirkiye betal bike nayê qebûl kirin. Çavuşoglu, da zanîn ku dê di di nava hefteyapêş de biçe Washingtonê ziyaret bike. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, beşdarî televîzyona CNNTurkê bû û diyar kir ku ger DYA firotina balafirên şer ên F-35 ya Tirkiye betal bike dê berdêla wê bide. Çavuşoglu, da zanîn ku dê di di nava hefteyapêş de biçe Washingtonê ziyaret bike. 
 
Tirkiye armanc dike ku 100 balafriên şer ên Tîpa Lockheed Martin F-35 ji DYA bikire. Di Nîsanê de Senetorên Cumhuriyetvan  James Lankford û Thom Tillis û Demokrat Jeanne Shaheen, pêşnûmeya qanûnê pêşkêş kirin. Bi vê pêşnûmayê xwest firotina F-35 ya Tirkiye bê rawestandin. Sedema vê yekê Rêveberiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan nîşan dan." 
Li DYA'yê tê payîn ku hevditinên der barê Qanûna Erka Parastina Neteweyî (NDAA) di hefteya pêş de dest pê bikin.