Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan

img
ENQERE - Civîna duyemîn a nûnerên partî û pêkhateyên siyasî, ku bi banga HDP’ê li hev civiyan, destpê kir. 
 
Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna yekem a di lêgerîna rêya 3’yemîn de di 18’ê Çileyê de li Enqereyê hat lidarxistin. HDP’ê di vê çarçoveyê de civîna xwe ya duyemîn bi hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger re pêk anî. 
 
Tevî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Karkeran (EHP) û Halkevlerî amade bûn. 
 
 
Wê piştî civînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn.